KOMAW û PYD’ê ji bo cejnê peyam weşandin

KOMAW û PYD’ê Cejna Remezanê pîroz kirin û xwestin cejn bibe wesîleya bidawîkirina şer û dagirkeriyê.

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Ewropayê (KOMAW) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyên nivîskî weşandin û Cejna Remezanê pîroz kirin.

Di daxuyaniya KOMAW’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em ên li Ewropayê li dûrî xizmên xwe dikevin cejnê lê ew ê yekîtiya me ya di dilan de, peyama herî xweş e cejnê be.

Mixabin malbatên me yên şehîdan bi aramî vê cejnê pîroz nakin. Yan li pêşiya girtîgehan ji bo hevdîtina zarokên xwe ne yan jî ji bo ku gorên zarokên wan neyên bomberdûmankirin nobetê digirin. Em berxwedana dayik û malbatên şehîdan pîroz dikin.”

PYD: BI HÊVIYA KU BIBE WESÎLEYA BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ

PYD’ê jî di peyama xwe ya cejnê de ev tişt diyar kir:

“Em cejna gelên Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeê pîroz dikin û hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya bidawîkirina şer û dagirkeriyê. Em hêvîdar in gelê me yên koçber vegere ser axa xwe û dagirkeriya dewleta Tirk jî bi dawî bibe.”