Koçberên Efrîqayê bi gefên çeteyên fuhûşê re rûbirû dimînin
Koçberên Efrîqayê yên ku bi salan e li Tirkiyeyê dijîn, piştî zextên polîsan, tacîzên xwediyên xanî û kargehan niha jî bi gefên çeteyên fuhûşê re rûbirû dimînin.
Koçberên Efrîqayê yên ku bi salan e li Tirkiyeyê dijîn, piştî zextên polîsan, tacîzên xwediyên xanî û kargehan niha jî bi gefên çeteyên fuhûşê re rûbirû dimînin.
Li Tirkiyeyê nêzîkî salek e bi taybetî destûra rûniştinê û xebatê ya koçberên Efrîqayê tên betalkirin. Bi betalkirina destûra rûniştinê û kar re koçberên Efrîqayê ku bi salan in li Tirkiyeyê dijîn û koçberên nû, li aliyekî hewl didin bi awayekî qaçax bijîn û li aliyê din jî ji bo ji zextên dewletê rizgar bibin neçar dimînin bikevin bin fermana çeteyan.
Li gorî daneyên fermî yên di sala 2021’an de hatine weşandin, li Tirkiyeyê 100 hezar koçberên Efrîqayê hene. Ji sedî 70’ê ji wan koçberan li Stenbolê dijîn. Dema ku koçberên di 2 salên dawî de hatine were hesabkirin, hejmara koçberên Efrîqayê digihe 200 hezar kesan.
Koçberên Ugandayî yên ku di van çend salên dawî de ji ber qeyrana aborî û siyasî ya Ugandayê direvin, ji bo ku li Tirkiyeyê bijîn, neçar dimînin bi çeteyên ku di nav wan de rayedarên Ugandayî jî hene, şirîkatiyê bikin û daxwazên wan bi cih bînin.
Bi taybet piştî hilbijartinan êrîşên desthilatdariyê yên li dijî koçberan zêde bû, derket holê ku çeteyeke fuhûşê ku hêzên dewletê û balyozxaneya Ugandayê tê de ne zexteke zêde li koçberan dikin. Çeteyên ku bi taybetî koçberên Efîqayê hedef digirin, di dema dawî de zextên xwe yên li ser koçberên Ugandayê zêde kirin.
Çeteyan, koçberên jin ên Ugandayî yên li herêmên weke Okmeydani û Tarlabaşi yên Stenbolê hedef digirin. Em bi jinên ku ji aliyê çeteyan ve pasaporta wan hatiye desteserkirin û neçarî fuhûşê hatine hiştin re axivîn. Jinên ku ji ber ewlehiyê nexwestin nav û rûyê wan bê eşkerekirin, tiştên ku hatine serê wan ji ANF’ê re vegotin.
M. ku yek ji jinên ku ketine destê çeteyan e wiha qala bûyerê kir: “Ji ber qeyrana li Ugandayê min xwest werim Tirkiyeyê, lê ji ber tiştên ku min derbarê acentê de bihîstin, min ji bo vîzeyê serî li balyozxaneyê da. Min vîze stend, lê piştî ku ez hatim Tirkiyeyê ji Balyozxaneya Ugandayê gazî min kirin û gotin ku ew dixwazin têkîldarî belgeyên rûniştinê biaxivin. Dema ez çûm balyozxaneyê, kesê ku bi min re axivî xwest ku ez dîmenên xwe yên tazî bigirim û got ger nekşînim wê destûra rûniştinê nedin û min dîsa bişînin. Ji ber ku min li vir karek dîtibû, min dîmen girt û şand. Dema min dîmen şand, piştî demek şûnde ji Komeleya Komîteya Ugandayê min geran û xwestin ji bo destûra rûniştinê hevdîtinê bikin û gotin ew bi balyozxaneyê re dixebitin. Ez çûm navnîşana ku wan da min. Di dema hevdîtinê de ji bo destûra rûniştinê ewil pasaport û wêneyê min xwestin. Piştî ku min da gotin emê telefonê te bikin. Hefteyek şûnde dema dîsa min geran û xwestin hevdîtinê bikin, dîmenên min ên tazî nîşanî min dan û gotin ger ez di karên ku ew dixwazin de nexebitim, wê pasaporta min nedin û giliyê min bikin. Ji bo vegerandina pasaporta min jî 100 dolar xwestin. Dema ku min got ez nikarin bi hêsanî 100 dolar qezenç bikim, gotin ku ger ez fuhûşê bikim dikarim di demeke kin de pasaporta xwe bistînim.”
Dema ku me Komeleya Komîteya Ugandayê lêkolîn kir, me dît ku di fermiyetê de komeleyeke bi vî navê nîn e. Lê ev komele ji aliyê gelek hemwelatiyên Ugandayî ku me bi wan re hevdîtin kir, tê zanîn û ev komele bi awayeke vekirî dixebite.
Jineke din a koçber ku me pê re hevdîtin kir, diyar kir ku dema ew ducanî bûye ketiye destê çeteyan. Jina ku ji bo dîtina kar çûye Komeleya Komîteya Ugandayê got ku pasaporta wê hatiye desteserkirin û li gel ku ducanî bû jî demeke dirêj neçarî fuhûşê hatiye hiştin. Jina koçber diyar kir ku ew ji bo bidestxistina pasaporta xwe gelek hewl daye û got ku hîna jî nekariya pasaporta xwe werbigire. Her wiha diyar kir ku bi awayekî qaçax li cihekî din dimîne û çete hê jî li wê digerin.
Koçberên pasaporta wan hatiye desteserkirin anîn ziman ku dema bêyî pasaport tên girtin ew nikarin vegerin welatê xwe û neçar dimînin demeke dirêj li Navenda Şûnde Vegerandinê bimînin.