KNK: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye

Konseya Rêveberiya KNK’ê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da û got: ‘’Armanca van êrîşan ew e ku çareseriyeke aştiyane pêk neyê û Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statû.’’

Konseya Reveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên di nava hikûmeta veguhêz de yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke nivîskî da û bi tundî êrîş şermezar kir.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Ev sê roj in li Halebê û derdora wê, li ser deverên Kurdan êrîş pêk tên. Dema ku heyeta QSD’ê ji bo hevdîtînên çareseriyê çû Şamê, hinek hêz li Halebê ketin nava liv û tevgerê û êrîşî deverên Kurdan kirin. Ev biryar ev êrîş ne tesedûf in û ji bo têkbirina hevdîtinan in. Ev biryar li Tirkiyeyê hatiye standin û bi destê hêzên girêdayî Tirkiyeyê tên kirin. Armanca van êrîşan ew e ku çareseriyeke aştiyane pêk neyê û Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statû.

Dema ku di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê da hevdîtin pêk tên û alî nîzikê hev dibin, ev êrîş tên dubarekirin. Vê carê jî tam dema her kes hêviya li hevhatinekî bû, dîsa hêzên li dijî aştî û çareseriyê dest bi tevgerê kirin û şer derxistin. Jixwe van rojan rayedarên dewleta Tirk yek bi yek derdikevin û gefan li Kurdên Rojvaya Kurdistanê  dixwin. Li vê derê eşkere ye yên ku Suriyeyê tevlîhev dikin, devleta Tirk û hêzên girêdayî wê ne.  Pêwîst e raya giştî û hêzên peywendîdar vê rastiyê bibînin û gorî vê rastiyê jî tedbîran bigirin.
Li Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku du taxên Kurdnişîn in, bi tangan û bi hemû çekên giran hatine dorpêçkirin û êrîş berdewam in. Di van êrîşan de jin, zarok jî di nav de hemû niştecî û dibistan, nexweşxane û avahî tên hedefgirtin. Di êrîşan de jin û zarok jî di nav de heta niha derorê deh kesan jiyana xwe ji dest dane û dehan jî birîndar hene. Li van taxan elektrîk û av hatine qutkirin û derbaskirina pêdiviyên weke derman û xwarinê jî hatiye astengkirin. Li Helebê li deverên Kurdan krîzeke mirovahiyê  heye.

Pêwîst e pêşiya her kesî rêveberiya Şamê xwedî li erkên xwe derkeve, van hêzan kontrol bike û gorî peymanê tev bigere. Girêdayî vê yekê em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji rewşê re çavên xwe negirin û zûtirin demê de bikevin nava tevgerê û van êrîşan bidin rawestandin. Di heman demê de em bang li raya giştî ya cihanê û dostên gelê Kurd dikin ku Kurdên Rojava  bi tenê nehêlin û piştgiriya gelê Kurd bikin. Her wiha em bang li hemû hêzên Kurdistanê û hemû Kurdistaniyan dikin û dibêjin bi ruhê berxwedana Kobanê li destkeftiyên Rojava xwedî derkevin û cihê xwe li gel Rêveberiya Xweser bigirin.

Bi vê munasebetê em weke KNK, êrîşên li ser gelê Kurd yên li wan deveran bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku em bi hemû awayî li gel Rêveberiya Xweser in û em ê deskkeftiyên Kurdan biparêzin. Her wiha em ji kesên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji malbat û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina Kurdistanê ye.’’