KNK'ê Cejna Remezanê li şervanên azadiyê û alema Îslamê pîroz kir

KNK'ê êrişên dagirkeriyê bi bîr xist û diyar kir ku ew di nava aloziyekê de Cejna Remezanê pîroz dikin. KNK'ê got, "Li gel vê yekê jî em bawer in ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnê xwe li ser xaka xwe pîroz bike."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê ya alema Îslamê peyamek weşand.

'CEJN LI KURDISTANÊ DI NAVA REWŞEKE ALOZ DE TÊ PÊŞWAZÎKIRIN'

Di destpêka peyamê de hate ragihandin ku ew îsal cejnê di nava rewşeke aloz de pêşwazî û pîroz dikin û hate gotin, "Li tevahiya Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrişên dewleta Tirk jî bi ser ve zêde bûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye. Li vê aloziya mezin, pandemiya koronayê jî li seranserê Kurdistanê berdewame."

HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ

KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrişî gelê Kurd dike û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Ev e 20 roj in dewleta Tirk, bi hemî hêza xwe ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonên berfireh pêk tên. Dewleta Tirkiyeyê ev operasyona xwe di roja 24.04.2021'an de, da desppêkirin. Ev êrişên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG'ê ne, her wiha li dijî hemû destketiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. 24'ê Nîsanê salvegera fermana (jenosîd) li dijî gelê Ermenî ye. Destpêkirina operasyonê di vê rojê de, ne tesadûfe. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê ye."

'BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WEKE DESTANEKÊ YE'

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku gelê Kurd û şervanên azadiyê bi her awayî li dijî van êrişan li ber xwe didin, bi fedakarî û lehengiyeke mezin êrişên dijmin pûç dikin û got, "Berxwedana hêzên gerîla ya li van deveran weke destanekê ye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta berxwedêrên Metîna, Zap û Avaşîn de, em hêzên berxwedêr ên Kurdistanê hemûyan silav dikin û sipasiya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Di heman demê de di serî de şehîdên berxwedana li Metîna, Zap, Avaşîn û hemû şehîdên azadiyê, dilsoziya xwe careke din radigihînin û di hizûra wan de radiwestin û rêzê digirin."

'GELÊ ME NEMA BINDESTIYÊ QEBÛL DIKE'

KNK'ê ragihand ku li çar parçeyên Kurdistanê, li her deverê gelê Kurd êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin, di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye û got, "Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e. Nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe, rêbertiya xwe û têkoşerên xwe heye."

Di dawiya peyama KNK'ê de wiha hate gotin:

"Mixabin di van rojên erefat û cejnê de, li Qûdsê û bi giştî li Filistînê jî alozî hene û zilm li Misilmanan tê kirin. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, em dijê zilmê ne û em zilma li ser gelê Filistînê jî şermezar dikin. Mixabin rastiyeke din jî heye ku ew kesên bi navê Îslamiyetê li dijî zilma li ser Filistîniyan dengê xwe bilind dikin, li hember zilma li Kurdistanê bê dengin û gelek ji wan jî, ji vê zilmê berpirsyarin. Bi taybetî jî Erdogan û hevkarên xwe di vî warî de, hem li Kurdistanê zilmeke mezin dikin hem jî di mesela Filistînê de durûtiyê dikin. Dewletên misilman ên din jî, gelek caran ji wan kêmtir nînin û di heman xetê de ne.

CEJN LI GIRTÎ Û ŞERVANÊN AZADIYÊ, GELÊ KURDISTANÊ Û ALEMA ÎSLAMÊ PÎROZ KIR

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û bi xwedî bawerî ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li tevahiya alema Îslamê pîroz dikin."