Kişanak: Tirkiye li dîwarê demokrasiyê ket

Kişanak: Tirkiye li dîwarê demokrasiyê ket

Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro dest pê kir. Bi sedan kesên li ber Edliyeya Çaglayanê dirûşima “Çapemeniya azadiya bê deng nabe” qêriyan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got; “Li Tirkiyeyê bi rastî jî hikûmetek ku dibêje dilê min çi bixwaze ez ê bikim heye” û diyar kir; “Tirkiye li dîwarê demokrasiyê ket .”

Rûniştina doza rojnamevanên Kurd a ku li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê pêk hat, ji ber dîwana dadgehê xwest salonê vala bike, krîz derket. Ji ber krîzê navber dan rûniştina dozê.

Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro 15’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk tê. 44 rojnamevanên Kurd di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de di 20’ê berfanbara 2011 de hatibûn binçavkirin. Di rûniştina dozê ya ku îro li Çaglayanê dest pê kir, parêzer û malbat beşdar bûn.

Li gel xizmên rojnamevanên girtî, ji beriya rûniştinê ji bo piştgirî bidin kedkarên çapemeniya azad Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP’ê Sirr Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Mulkiye Bîrtane, Hasîp Kaplan, Halîl Aksoy, Parlementerê CHP’ê Îlhan Cîhaner, Parlementerên CHP’ê yên Stenbolê Oktay Ekşî û Melda Onur, Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Midûrê Karê Nivîsê yê RojnameyaEvrenselê Fatih Polat, Berdevkê Demê yê Enstîtuya Çapemeniyê Kadrî Gursel, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Nûnerê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Yurdanur Atadan, Rojnameger Oktay Ekşi, Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlementerê CHP'ê Îlhan Cihaner, Melda Onur, alîkarên Hevserokên Giştî yên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Fîlîz Koçali, Seroke TGS'ê Ercan Îpekçî, Prof. Dr. Buşra Ersanli, rojnamevanên ji AFP, Belçîka, Hollanda, Almanya û welatên din ên Ewropayê hatine dozê dişopînin.

Girseya ji rojnamevan û xizmên rojnamevanên girtî pêk tên li ber eldiyeyê pankart mezin a li ser “Rehînan berdin, dest bi muzakereyan bikin” vekirin.

PEACHE: HETÎKETÎ YE KU 100 NÛÇEGIHAN DI GIRTÎGEHÊ DE BIN

Rêvebera Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn ku li ber edlîyeyê daxwiyaniya yekem da û got; “Medyaya kurd bi zextên ku pê re rû bi rû bûyî li Tirkiyeyê bûye sembola zextên li ser azadiya ramanê”. Keskîn diyar kir ku çapemeniya kurd bi xextên wekî bomberana rojnamayê, kuştina rojnamevanan ve rû bir û bûye, wiha pê de çû;”niha jî vebijêrka di navbera mirin û girtinê de raberî me dikin”

Piştî Keskîn li ser navê Heyeta Almanan, Pisporê Hiqûqê yê NYê parlementerê berê û rojnamevan Norman Peache ku ji bo piştgiriyê bide nûçegehanan hatibû Edliyê, diyar kir ku ew ji rûdanan pir metîrsîdar in û bal kişand ser wê ku li Tirkiyeyê rêgeza “cihêtiya hêzan” ji holê hatiye rakirin. Peache, helsengand ku girtîmayina 100 rojnamevanî ya ji sala 2011an ve “’hetîketî” (skandal) ye. Peache diyar kir ku ev zext ji bo hemû rojnamevanan çavtirsandinek e û wiha berdewamî da axaftina xwe; “Em herwiha ji ber wê sedemê li vir in ku em li dijî wê ne ku daraza tirk serxwebûna xwe winda bike. Em ê dozên din jî yên KCKê bişopînin. Hikûmeta Tirk wê nikaribe ti tiştekî veşêre.”

KIŞANAK: SEROKWEZÎR BILA BI XWE BINIVÎSE Û BI XWE BIXWÎNE

Hevseroka Giştî ya BDPê Gultan Kisanak jî bang li endamên çapemeniyê kir û got; “Li hundir gelek hevalên ku ji bo raya giştî agahdar bikin rojnamevantî dikirin niha têne darizandin. Tişta ku kirin ew bû ku wan peywira xwe bi cih dianî da ku tiştên li vî welatî pêk dihatin bi raya giştî bigihînin. Kişanak bang li rojnamevanan kir ku li hemberî zextên Erdogan helwesteke hevpar nîşan bidin û diyar kir ku; “Hate gotin ku bila komkujiya Qilabanê neyê dîtin. Niha jî tê gotin bila komkujiya li Afyonê neyê dîtin. Sibehî wê were gotin ku bila komkujiyeke din neyê dîtin. Bihêlin bila serokwezîr derewên xwe bi xwe binivîsîne û bi xwe bixwîne.” Kesên ku dixwazin rûmeta qelema xwe biparêzin bi awayekî hişkere gef li wan tê xwarin. Wezîrekî vî welatî bi hişkereyî got; “ez ê wê qelemê di devê te re bikim”. Kişanak bal kişand ser azadiya çapemeniyê û azadiya nûçegihanan daxwaz kir.

Kişanak got; “Li Tirkiyeyê hikûmet wilo heye ku dibêje tişta dilê min bixwaze ez ê bikim û diyar kir ku; “Heya ku li dijî pêkanînên hikûmeta AKPê raya giştî ya bihistyar neyê dîtin gavekê jî pêşketin nabe.” Kişanak got; “Tirkiye li dîwarê demokrasiyê ket”

Kişanak got ku Tirkiye bûye girtîgehek ku sendîkavan, parêzvan, nûçegehina tê de girtî ne û diyar kir ku yên li derve mayîn jî di biniya zexteke mezin de ne.

TUGLUK: DOZ BÛYE ŞERMEK

Parlamenterê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder jî got ku; “Li vî welatî pirsgirêka Tirk heye. Loma êdîtirê tirk qet nebûye lê êdîtirê kurd her bûye tirk. Tim muxatabên bingehîn, temsîlkarên siyasî yên pirsgirêka kurd ji nedîtiya ve hatine û li ser hatiye axaftin” û got ku ev girtiên pêk hatin jî encamên vê yekê ne.

Onder got; “Di 12ê Îlonê de jî lîstikeke evqasî bêperwa, evqasî hişkere nehatiye lîstin. Girtin belesebep in.”

Hevseroka BDPê Aysel Tugluk jî diyar kir ku ji bo van darizandinan qalikê KCKê lê hatiye anîn û ev wekî “doza fêhtiyê” nîşan da. Tugluk got; “Sedema wan a girtinê ew e ku ew ne protokolê çapemeniyê ya serokwezîr in.” Piştî daxwiyaniyan bi diruşmeyên wekî; “zext nikarin serî li me bitewînin”, “çapemeniya azad nikare wer bêdeng kirin” nasên rojnamevan û sîyasetmedaran ketin Edliyê.