Kişanak: Ev gel 12 sal in li bendê ye, êdî sebir nîne

Kişanak: Ev gel 12 sal in li bendê ye, êdî sebir nîne

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di mijara pakêta ku Serokwezîr Erdogan dibêje ewê di 30'ê Îlonê de aşkera bike got, "12 salan gel sebir kir, li bendê sekinî. Êdî naxwaze li bendê be. Haya wan jê nîne ku hatine dawiya rê."

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di merasîma "Xelata Aştiyê" ya Meclîsa Tirkiyê de, "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya bi rojan li ser nîqaş tê kirin, nirxandin.

HAYA SEROKWEZÎR JI XWE NÎNE KU ÇI DIKE

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak rexne li "pakêta" AKP'ê kir û got, "Çi hîkmet e ev 4 mehin ev pakêt nayê aşkera kirin, ji nîqaşê re nayê vekirin. Timî li pişt deriyên girtî, hin tişt tên axivîn. Em nizanin çiye. Gelek caran civîn hatin lidarxistin, lê belê weke mûxalefetê demokratîkbûyînê û weke welatiyên ku divê pêwistiyên wan bicih were anîn, haya me ji vê nîne. Der barê naveroka wê de, di medyaya nêzî AKP'ê de hin agahî tê dayîn. Wekî din Birêz Serokwezîr bi xwe hin daxuyanî dan. Daxuyaniyên digot, "Perwerdeya bi zimanê dayikê wê nebe, benda hilbijartinê dê mîna xwe be, TMK wê neguhere" ji aliyê Serokwezîr bi xwe ve hat dayîn. Gelo emê jî vê yekê rexne nekin? Ji ber vê yekê, bi dîtina min haya Serokwezîr ji xwe nîne ku çi dike."

HÎNÊ NIZANIN KU EM HATIYE DAWIYA RÊ

Kişanak diyar kir ku ji destpêka deshilatdariya AKP'ê û vir ve her tim polîtîkayên afirandina bendewariyan hatine meşandin û destnîşan kir ku gel di şûna bendewariyan de dixwaze demokrasiyê bijî. Kişanak got, "Ti demeke ku li bendê bê sekinandin nemaye, ev gelekî zelal e. Ewê li benda çi bin? Birêz Serokwezîr ji bo bendewariyan kêm bike dibêje, 'Ev ne pakêta dawî ye, dê dewam bike.' Ev 12 sal in em li bendê ne ku AKP demokrasiyê bîne. Û hînê dibêjin li bendê bin. Hînê nizanin ku em hatine dawiya rê. Ji xwe hay ji xwe nînin ku ku bi vî rengî dipeyivin. Ev 12 sal in gel sebir kir, li bendê ma. Êdî naxwaze li bendê bisekine. Gel dixwaze demokrasiyê bi xwe bijî."

KAPLAN: BILA KES KESÎ NEXAPÎNE

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hesîp Kaplan jî der barê pêvajoya çareseriya demokratîk û "pakêta demokratîkbûyînê" de axivî û got, "Em dibêjin; divê ev pêvajo ji dest neyê revandin, hemû hewldanên me ji bo vê yekê ne. Bendewariyên gelekî mezin vê pakêtê heye û hêvîdarim dê mîna balonê teqîneke mezin rû nede. Der barê demokratîkbûyînê de; 10 hezar siyasetmedar tên ragirtin, ti bahaneyeke benda hilbijartinê nîne. Bila kes kesî nexapîne. Gelê me wê li vê binêre. Eger ev pakêt girtîgehan vala bike, benda hilbijartinê daxîne, pêşî li azadiya rêxistinbûyînhê veke û mafên azadiya ramanê bicih bîne, dê bibe pakêteke rastîn. Eger vê neke, ev yek tê wateya xapandinê.