Kiryara kamerayên girtîgehan hat protestokirin

Kiryara kamerayên girtîgehan hat protestokirin

Endamên Platforma Têkoşîna li Hemberî Tecrîdê ji bo ku dawî li bicîhkirina kamerayan a li hewşa girtîgehê bîne û vê kiryarê ji holê rakin bang li Wezareta Dadê kirin.
Endamên Platforma Têkoşîna Hemberî Tecrîdê, bi boneya kamerayên ku bi hewşa girtîgehê ve tê girêdan proteto bike li ber avahiya Wezareta Dadê daxûyani da çapemeniyê. Di daxûyaniyê de panqarta "24 saetan bi kamerayan li we binêrin hûnê çibikin" hat vegirtin û dirûşmên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ye" û "Bijî piştgiriya şoreşgeran" hatin berzkirin. Her wiha di daxûyaniyê de dovîzên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ye" û "Girtiyên nexweş rûmeta me ye" hatin hilgirtin.
Li ser navê endamên Platforma Têkoşîna Hemberî Tecrîdê Mehmet Alî Tosun axaftin kir. Tosun diyar kir ku riya hemû kesên ku li hemberî pergalê têdikoşe li girtîgehan de derbas dibe û wiha got: "Girtîgeh cihê ku nasname mirovan, kesayetiyê diwarê bîrdozî, ruhî û tendirustiyê de dirizine ye. Bi tevî van hemû kiryaran ji aliyê din jî tecrîd û tacîza keyfkarî didiser. Saziya Tiba Edlî wek noteriya dewletê dixebite. Mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbatan re tên astengkirin. Li cihê ku girtî digerin li wan hewşan kameranyan bi cîh dike û 24 saetan girtiyan dişopînin. Girtiyên ku îtîrazê vê yekê dike jî daxwaza wan tê redkirin. ji 6'ê kanûnê vir ve gelek nexweş li hucreyan tê girtin. Girtiyên bi navên Erol Zavar, Halîl Şahîn û Serdar Polat hatine derbkirin û nebirine revîrê bi tenê Erol zavar birine nexweşxanê." Tosun bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Bila demek kurt de dest ji kiryara kamerayan berdin. dê ji pirsgirêkên ku derkevin holê Wezareta Dadê berpirsyare."