Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê ya ku bi awayekî korsanî hate serdegirtin ziyaret kir. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, parlementerên Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî û Celal Firat bi Uçar re çûn serdanê.
Îlknur Birol diyar kir ku serdegirtin berdewama komployên desthilatdariyê ye û wiha got: "Em ê bi serbilindî û eniya xwe ya sipî van êrîşan têk bibin. Rejîma faşîst wê tenê bi berxwedanê têk biçe. Heta ku ev zîhniyet neyê têkbirin, ti welatiyek nikare di nava aramiyê de bijî. Erkek mezin dikeve ser milê her welatiyek û mûxalefeta civakî. Bêyî ku bê gotin ‘ji min re çi’ divê dest bidin hev û di nava hevgirtinê de bin. Pêwîst e li hemberî êrîşên faşîst helwesteke redkirinê bê nîşandan.”
'DI HEDEFA DESTHILATDARIYÊ DE TÊKOŞÎNA KURDAN HEYE’
Kiliçgun Uçar jî wiha got:
“Em vê bêhiqûqî û êrîşa li dijî rêxistina navçeyê weke êrîşa li dijî têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna hemû gelan dibînin.
Li dijî bêhiqûqiya ku beriya hilbijartinê derket holê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk serkeftineke mezin bi dest xist û weke partiya 3’yemîn a herî mezin di meclîsê de cih girt. Ev operasyona ku nîvê şevê bêyî agahdarkirina rayedarên partiya me li ser avahiya partiyeke siyasî ku nûnertiya wê li Meclîsê ye pêk hat, dewama êrîşên hem li hemberî siyaseta demokratîk e hem jî têkoşîna gelê Kurd e.
Ji aliyê qanûnî ve em dizanin ku hevserokên navçeyan bi awayekî rêk û pêk tên agahdarkirin û bi hev re lêgerîn tên kirin. Piştî lêgerîna li vir agahiya me nîne bê ji vê avahiya navçeyê çi hatiye derxistin û çi li vir hatiye bicihkirin.
Di hedefa dewletê de siyaseta demokratîk û têkoşîna gelê Kurd bi xwe heye. Em ji desthilatdariyê re dibêjin; Bila li dîroka siyaset û nesiyaseta hemû hikûmetên berê yên bi gelê Kurd re binerin û li têkoşîna gelê Kurd jî binêrin! Ev operasyonên ku 40 sal in ji aliyê dewlet û hikûmetan ve tên kirin, bi dawî nebûne; lê HDP’ê bi pêkhate û tifaqên xwe re hebûna xwe berdewam kir, mezin bû û nav da siyaseta Tirkiyeyê.
Pêvajo kûrbûna xitimandina pirsgirêka Kurd îfade dike. Li Qamîşlo ya Silêmaniyê sûîqestên ku dibin sedema kûrbûna pirsgirêka Kurd tên kirin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku bi krîza aborî re ketiye sifreya gel e!
'ESENYURT YEK JI CIHÊN ME YE KU EM LÊ HERÎ XURT IN'
Taybetmendiyek din a Esenyurtê heye. Rêxistina me ya navçeyê yek ji wan cihan e ku ji dema ku hatiye damezrandin bi navên partiyên berê em lê bihêz bûne. Rêxistina Navçeyê ya Esenyurtê, polîtîkayeke ku karibe dest li pirsgirêkên hemû gelên li vir dijîn werde, kir. Li dijî hemû bêhiqûqiyên li vir hatin kirin dengê xwe bilind kir. Ji bo mezinkirina mafê demokratîk ê siyaseta ku li vir tê meşandin çi ji destê wê hat kirin. Berdêl jî hatin dayîn. Bi êrîşan re rû bi rû ma, lê gav paşde neavêt. Ev tablo hemû bi xwe jî zemîna van êrîşan ava kiriye. Ev hikûmet hem bi krîmînalîzekirina HDP’ê û hem jî Partiya Çepên Kesk û siyaseta demokratîk hewl dide polîtîkayên xwe rewa bike. Heta niha me destûr neda vê yekê, em ê ji vir û pêve jî destûr nedin. Em ê weke duh îro jî li kolan û qadan têkoşîna bi rûmet a hemû gelan bimeşînin û berfireh bikin. Me dev ji têkoşîna xwe berneda, em ê bernedin û em ê bi ser bikevin.”