Hate hînbûn ku keştiya penaberan a dihat gotin li nêzî navçeya Menderesa Îzmîrê li qeraxa deryaya Egeyê li keviran qelibîye û binav bûye, ji ber şerê di navbera simsaran de bin av bûye.
Keştiyek penaberan ku 107 welatiyên Iraq û Suriyeyê têde bûn, li nêzî navçeya Menderesa Îzmîrê li qeraxa deryaya Egeyê binav bibû. Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, 61 kesan jiyana xwe ji dest da û 46 kes jî hatin rizgarkirin. Rayedarên tirk îdîa kiribû ku keştî li keviran qelibîye, lê agahiyên kesênku ji keştiyê rizgar bûne dane, berevajî vê yekê ne. Li gorî agahiyên hinek kesên ji keştiyê rizgar bûne û nexwestine navên xwe bidin, piştî keştî bi rê ket, hîn 200 metre neçû di navbera 2 simsaran de şer derket. Ji ber şerê simsaran keştiya ku hat gotin herî zêde 30 kes dikare bêjn siwar kirin, lê 107 hatibûn siwarkirin, serobinî bû û bin av bû.
Di vê navberê de hate hînbûn ku ji kesên hate gotin jiyana xwe ji dest dane Lava Abdulselam Emer, Şivan Abdulselam Emer û Şiyar Abdulselam Emer bi saxî ji avê derketine.