Keskîn: Bêhuqûqiyek wiha nehatiye dîtin

Keskîn: Bêhuqûqiyek wiha nehatiye dîtin

Rûniştina doza rojnamevanên Kurd ên ku di encama polîtîkayên şerxwaz û ji bo tunekirina têkoşîn azadiya Kurdan de hatine girtin, îro dest pê dike. Rêvebera Weşana rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn ragihand ku divê çapemeniya Tirk li hemberî vê yekê bihîstyar be û got; “Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, zextên li ser çapemeniya Kurdan jî dê bidome. Navê vê pirsgirêkê pirsgirêka Kurd e û divê bê çareserkirin.

Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro dest pê dike. Rêxisitnên çapemeniyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî, dê di dema rûniştina dozê de piştgirî bidin rojnamevanên ji 24’ê berfanbara 2011 ve girtî ne.

Di encama operasyona binçavkirinê ya di 24’ê berfanbara 2011 de pêk hat de, 36 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe, têkiliyên wan ên bi navenda nûçeyan re hatin girtin û bi hinceta “endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê ne” hatin girtin. Rûniştina doza rojnamevanan di 10’ê Rezbera 2012 de li Edliyeya Çaglayanê dest pê dike. Ev rûniştinek dîrokî ye.

KESKÎN: 24 SAL IN PARÊZER IM, VÊ YEKÊ NÛ DIBÎNIM

Rêvebera Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku heta roja îro ev doza herî mezin e li hemberî rojnamevana n hatiye vekirin.

Keskîn destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniya Kurdan her ku diçe zêdetir dibin û bal kişand ku Azadiya Welat, Ozgur Gundem, gelek caran hatine girtin û bombekirin, 76 rojnamevan hatine qetilkirin. Keskîn got; “Ewqas zext li me hatin kirin, lê îro zextan rêbaz guhertine û berdewam dikin. Bi îdînameyamên ne huqûqî 36 rojnamevan girtî ne. Ev 24 sal in parêzer im, yekem car e vê bêhuqûqiyê dibînim. Tenê ji ber nûçeyên ku nivîsandine hatine girtin.”

Keskîn bal kişand ku ev yek binpêkirina huqûqa nivîskî ya Tikiyeyê û dîsa binpêkirina peymanên hatine morkirin û got; “Ev darizandinek ne huqûqî ye.”

Keskîn ragihand ku divê çapemeniya Tirk li hemberî vê yekê bihîstyar be û got; “Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, zextên li ser çapemeniya Kurdan jî dê bidome. Navê vê pirsgirêkê pirsgirêka Kurd e û divê bê çareserkirin. Keskîn da zanîn ku ger biryarek bê dayîn, divê biryara azadiya rojnamevanan be, û got; “Ev yek bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.