Li Edeneyê welatiyê bi navê A.A. (24) yê ku bi îdîaya bombe danî bin wesayîtê hate binçavkirin, hate girtin.
Li taxa Huzurevlerî ya Edeneyê roja borî welatiyê bi navê A.A. yê ku hate îdîakirin poşetê danî bin wesayîtekê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hate îdîakirin ku, poşetê ji aliyê pisporê bombeyan ve hate lêkolîn kirin de, bombeya dest derket. Piştî lêkolînê A.A. sewqî Midûriyeta Polîsan hate kirin. Piştî îfadeya A.A. hate girtin sewqî dadgehê hate kirin. A.A. bi îdîaya "Endamê rêxistineyê" hate girtin.