Kesayetên navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Aktîvîstan anîn ziman ku heta hevkariya dewletên rojavayî ya bi Tirkiyeyê re dewam bike wê Tirkiye jî dîlgirtina Abdullah Ocalan bidomînin û destnîşan kirin ku mîna her mirovî divê Rêberê Gelê Kurd jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û azad bibe.

Li hemberî komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di asta navneteweyî de nerazîbûn dewam dikin.

Ji Zanîngeha Oxforê Lêkolîner û Antropolog a Civakî Dr. Amber Huff, ji Zanîngeha Tennessee ya Emerîkayê Akademîsyen Prof. Michael Gunter ku sala 1998'an li Şamê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir û nivîskarê Skoçyayê xwediyê xelata Booker James Kelman li ser komploya 9'ê Cotmehê ji ANF'ê re axivîn.

DR. HUFF: JI FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DITIRSIN

Dr. Amber Huff got, "Di salvegereke nû ya komploya navneteweyî de divê em bînin bîra xwe ku dîlgirtina Abdullah Ocalan a ji ber sedemên polîtîk, gavek li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bû."

Huff wiha dewam kir:

"Ji dewleta Tirk hebû ku Abdullah Ocalan dîl bigire û bi vî rengî karibe fikirên wî û hêviya ku dide mirovan dîl bigire. Dewleta Tirk hîn jî Abdullah Ocalan tecrîd dike; ji ber ku ditirse ku fikrên Abdullah Ocalan bandorê li mirovan dike.

Em îro bi rengekî eşkere dibînin ku di mijara jinedîtî hatina fikrên Abdullah Ocalan û zexta li ser, dewleta Tirk bi ser neketiye. Dewleta Tirk hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurd bêdeng bike, lê belê zane ku li her devera cîhanê êdî tevgera Kurd û Ocalan serketî ye.

Gelekî girîng e ku em piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê. Divê em têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dewam bikin. Heta ku hevkariya dewletên rojavayî ya bi Tirkiyeyê re dewam bike wê Tirkiye jî dîlgirtina Abdullah Ocalan dewam bike.

Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Ocalan girtiyekî polîtîk e û rewşa ku tê de ye, binpêkirina mafê mirovan e. Her wiha em dixwazin ku PKK jî ji nava lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin. Ev gav ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her wiha ji bo bicihanîna edaletê gelekî girîng e."

GUNTER: AŞTÎ TENÊ BI ABDULLAH OCALAN DIBE

Prof. Michael Gunter jî bal kişand ser girîngiya mezin a azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê.

Prof. Michael Gunter got, "Beriya ku Abdullah Ocalan bê girtin li Şamê min pê re hevdîtin kir. Min du pirtûkên xwe dabû wî. Ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo Tirkiyeyê jî azadiya Ocalan û derfetên ewlehiyê gaveke gelekî girîng e. Hevdîtinên navbera Abdullah Ocalan-Tirkiyeyê ji nû ve dikarin bêne destpêkirin û tenê bi vî rengî li herêmê aramî dikare çêbibe. Azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo dewleta Tirk wê bibe destketiyeke gelekî mezin.

Eger tê xwestin ku herdu alî bi ser bikeve û aramî pêk were, her wiha divê Kurd û PKK ji lîsteyên qedexekirî bêne derxistin. Pênasekirina Kurdan û PKK'ê weke terorîst, bi kêrî pêkhatina aştiyê nayê. Ez di wê baweriyê de me ku azadiya Abdullah Ocalan wê bi rengekî xurt hevdîtinên aştiyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de bide destpêkirin."

KELMAN: DEWLETA TIRK KOMKUJIYAN DIKE

James Kelman jî ragihand ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hewl dide ji hevdîtinên aştiyê yên gengaz bireve. Kelman diyar kir ku têkildarî komplo û tecrîdê aliyek nema ye ku dewleta Tirk xwe pê biparêze û wiha dewam kir:

"Kiryarên li dijî Abdullah Ocalan bi ti awayî ji aliyê me ve nayên qebûlkirin. Ya ku tê kirin mirovan şoq dike. Têkildarî komployê, tecrîdê û astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re ti aliyek nema ye ku dewleta Tirk xwe pê biparêze. Dewleta Tirk xwe ji aştiyê vedigire. Abdullah Ocalan û PKK'ê demeke dirêj bûn aliyê alîgirê aştiyê û hevdîtinan. Lê belê dewleta Tirk ti guhertin nekiribû. Tenê hewl dide Kurdistanê tune bike.

Mîna me hemûyan mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan jî heye. Em hemû mirov in û ev maf mafê me hemûyan e. Ji dewleta Tirk a ku rêveberiyeke dîktator e, divê em ne li benda mafê hêviyê bin. Dîktatoriya Tirkiyeyê di asta înkarkirina mirovbûna mirovan de ye. Dewleteke ku mirovan dikuje, komkujiyan dike. Her wiha mirov dikare bibêje ku ji bo welatiyên Tirk jî mafê hêviyê nîne, Kurd an jî Tirk ferq nake. Ev dewlet mirovan weke mirov nabîne."