Kedkarên cemaweriyê wê sibê ji bo rojekê dest ji kar berdin

Kedkarên cemaweriyê ku daxwazên wan nehatin qebûlkirin, wê sibe ji bo rojekê dev ji kar berdin.

Hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) ên sala 2024-2025’ê yên di navbera kedkarên cemaweriyê û nûnerên îktîdarê de, ji 1’ê Tebaxê ve dest pê kirin. Hikûmetê di 14’ê Tebaxê de pêşniyar kir ku ji bo 6 mehên ewil ên sala 2024’an wê ji sedî 14 û ji bo 6 mehên din jî ji sedî 9 zem bike. Ji bo şeş mehên ewil sala 2025’an jî ji sedî 6 û ji bo 6 mehên din ji sedî 6 zem teklîf kir. Li gel vê, daxwaza sendîkayan a bila zemên heyî ji bo mûçeyên teqawidiyan jî derbasdar bin, alîkariya kirê were kirin, alîkariya ji bo hevjîn û zarokan bê zêdekirin jî hatin redkirin. Kedkarên di baskên karan ên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de jî ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin, wê sibe ji bo rojekê dev ji kar berdin. Pêvajoya TÎS’ê jî wê heta 21’ê tebaxê bidome. 

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl têkildarî pêvajoya TÎS’ê axivî. 

‘LI DIJÎ ŞÊWEYÊ AVAKIRINA MASEYÊ ÎTÎRAZÊN ME HENE’ 

Yeşîl, da zanîn ku hevdîtinên TÎS’ê ji 1’ê tebaxê ve dest pê kirine û wiha got: “Weke KESK’ê, me teklîfa xwe bi dirûşma ‘Maf, pêşiya qanûnan tên. Ji bo mafekî TÎS’ê ya grev jî di nav de em têkoşîna xwe mezin dikin’ pêşkeş kir. Weke KESK’ê, li dijî şêweyê avakirina vê maseyê îtîrazên me hene. Mafê grevê nehatiye pênasekirin, karmenwê cemaweriyê hem karmend hem jî şandeya hakem e, hevdîtinên bi TÎS’ê yên encamên wan hêj niha ve diyar rê li ber xizantiyeke mezintir vedike. Vê yekê rê li ber krîzeke mezin vekiriye. Em bi daxwaza van guherînan diçin ser maseya TÎS’ê. Me got ku divê ev pergal biguhere. Ev 12 sal in hikûmet, mûçeyên kedkarên cemaweriyê li gorî rêjeyên enflasyonê yên bo xwe weke hedef nîşan daye zêde dike. Lê ev 12 sal in hedefa xwe pêk ne anîne. Êdî bawerî bi daneyên TUÎK’ê nayê. Ji bo sala 2022’yan digotin wê enflasyon bibe ji sedî 9,2 lê derket ji sedî 60’an. Maseya behsa xeberê zemên mûçeyan li gorî daneyên sexte yên TUÎK’ê dike û me jî got em vê qebûl nakin. Lewma em teklîfa wan bi tu awayî qebûl nakin. 

JI BO ÇALAKIYA BANG HAT KIRIN

Yeşîl, got ku kedkarên cemaweriyê û teqawid li ser maseya TÎS’ê tune tên hesibandin û wiha pê de çû: “Îro, mûçeyê teqawiwê cemaweriyê yê herî kêm di bin sînorê birçîtiyê û kêmtirîn mûçeyê de ye. Dema me bi kargehan re hevdîtin kirî, me got heke daxwazên me neyên qebûlkirin wê weke çalakî rojekê dev ji kar berdin. Em ê hêza xwe ya ji hilberandinê tê bi kar bînin û çalakiya berdana ji kar li dar bixisn. Banga min ji bo hemû kedkarên cemaweriyê ew e ku bi awayekî xurt tev li vê çalakiya me ya sibe bibin.”

AMED 

Platforma Şaxan a KESK’a Amewê jî têkildarî hevdîtinan li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn beriya daxuyaniyê axivî û got ku hikûmetê bi teklîfa xwe mafên kedkarên cemaweriyê û teqawidiyan tune hesibandiye. 

Piştre jî metna hevpar ji hêla Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê Enerjî Pîşesazî û Madenê (ESM) Serdar Keskîn xwend. Keskîn got ku ji meha Tîrmehê ve sînorê xizantiyê derketiye 38 hezaran û qebûl nakin ku mûçeyê herî kêm ê kedkarên cemaweriyê ku 20 hezar û 350 TL ye salek piştre bibe 28 hezar û 145 TL. Keskîn, diyar kir ku ew pêşniyara hikûmetê ya duh qebûl nakin. 

Keskîn, bang li hemû kedkarên cemaweriyê kir ku sibe tev li çalakiya wan a berdana kar bibin.