Kê fermana mirina Tahîr Elçî nivîsand?
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, piştî gotina xwe ya, “PKK ne rêxistineke terorê ye” ji aliyê AKP û medyaya wê ve hedef hatibû nîşandan.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, piştî gotina xwe ya, “PKK ne rêxistineke terorê ye” ji aliyê AKP û medyaya wê ve hedef hatibû nîşandan.
Pêvajoya înfaza Elçî ji aliyê AKP, daraz û medyaya ew bi rê ve dibe hatibû amadekirin.
Serokê Baroyê Tahîr Elçî yê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin piştî gotina xwe ya, “PKK ne rêxistineke terorê ye” ji aliyê AKP û medyaya wê ve hedef hatibû nîşandan.
Elçî, 14’ê Cotmeha 2015’an, di televîzyona CNN de bibû mevanê bernameya bi navê “Tarafsiz Bolge/Herêma Bêalî” ya ji aliyê Ahmet Hakan ve tê pêşkêşkirin. Elçî di nîqaşa bernameyê de gotibû, "PKK ne rêxistineke terorê ye. PKK, tevgereke siyasî ya çekdarî ye. Tevgereke siyasî ya ya daxwazên wê yên siyasî hene û destekeke wê ya pir cidî heye.”
BIRYAR Û DAXWAZA GIRTINÊ
Li hemberî Elçî yê we hiqûqnas fikra xwe anî ziman kampanyayeke lîncê hatibû destpêkirin. Ji aliyê 2. Dadageha Sulh Ceza ya Bakirkoy ve tevî ku li adresa xwe jî dima der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn.
Elçî yê birin Midûriyeta Stenbolê, 20’ê Cotmehê li Edliyeya Bakirkoy îfade da. Piştî îfadeyê bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin.
Gelek hempîşeyên wî û rêxistinên pîşeyî piştgirî dan Elçî; lêpirsîn weke binpêkirina îadeya ramanê dihat nirxandin.
DI ÎFADEYA XWE DE DUBARE KIRIBÛ: PKK’E NE RÊXISTINEK TERORÎ YE
Elçî di îfadeya xwe ya ji aliyê Wekîlê Serdozger Îdrîs Kûrt hat girtin de wiha digot:
“Li gor nêrîna min ev lêpirsîn ne ser bi xwe ye, ji Enqereyê li ser talîmata ji aliyê endamên hikûmetê hatiye destpêkirin. Jixwe pirsa we ya ji bo çi min ji pêkhateyek ji aliyê her kesî ‘rêxistina terorî’ tê qebûlkirin re negotiye ‘rêxistina terorî’ jî pêşdaraziyên we nîşan dide. Her wiha bê ku hûn rûyê min bibînin, îfadeya min bigirin der heqê min de daxwaza we ya biryara girtinê mirov dide fikirandin ku ev daxwaza we ya têkîldarî biryara girtinê, daxwaza ku ji dadger re bi pêşkêşkirina agahiyên derveyî rastiyê jî tevgera bi talîmat e.”
Parêzer Elçî bi atifa axaftinên xwe yên bûne sedema lêpirsînê jî dabû xuyakirin ku ji aliyê medyayê alîgirê hikûmetê wek hedef tê nîşandan, tehdîdan distîne.
Elçî gotibû, “Ez li pey axaftinên xwe me” û di îfadeya xwe de jî gotibû PKK’e ne rexistinek terorî ye: “Ez wek şexsî difikirim ku PKK/KCK’e bi temamî nikare di nav têgeha rêxistina terorî de cih bigire, şertên derketinê yên vê rêxistinê, sedemên dîrokî, potansiyela pevçûnî ya çekdarî ya ku 30 salan bi îstîkrar meşand, tevî ku çil hezar mîlîtanên xwe di pevçûnên çekdarî de winda kiriye jî, hê jî 15-20 hezar mîlîtanên çekdar dihewîne, li Tirkiye û cîhanê rêxistinbûyinek rêk û pêk e, ez difikirim ku ev rêxistina dibêje ez parazvanê rêzedaxwazên civaka Kurd ên siyasî, çandî û civakî me û di nav civaka Kurd de xwedî piştgiriyek pir mezin e, mirov nikare di çarçoveya têgîna rêxistina terorî binirxîne. Min ti sûc nekirine, axaftinên min ti sûcan pêk nayne. Ez nêrîn û pênaseyên hin beşên fermî û siyasî qebûl nakim. Ez difikirim ku PKK’e bi temamî nikare di nav pênaseyek wiha de bê rûniştandin.”
HETA 7 SAL Û NÎVAN HEPS HATIBÛ XWESTIN
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoy, 26’ê Cotmehê lêpirsîna der heqê Elçî bi dawî kiribû, îdîanameya amadekirî şandibû 2. Dadgeha Cezayê Giran.
Di der heqê Parêzer Tahîr Elçî de bi hinceta “bi rêya çapemeniyê progandaya rêxistinê dike” ji sal û nivekê heta 7 sal û nîvan cezayê hepsê hatibû xwestin.
Di îdîanameyê de spartina gotina ku PKK’e “rêxistina terorî” ye dihat kirin, ji bo Parêzer Elçî jî wiha hatibû gotin: “Wek hiqûqnasekî pêwîst e zanibe bê çi sûc e an jî ne sûc e. Ji ber saziya civakî ya lê cih digire, pêwîst e li ser civake bandora peyvên xwe bihesibîne.”
Rûniştina yekemîn a dozê wê 19’ê Nîsanê 2016’an destpê bikira.
MEDYAYA AKP’Ê KIR HEDEF
Li ser Elçî, bi talîmatên AKP’ê tehdîdên darazê berdewam dikir, her wiha medyaya alîgirê AKP’ê jî serî li kampanya lîncê û hedefnîşandanê dida.
Rojnameya Akşam roja 14’ê Cotmehê di nûçeyekê de dema Elçî hedef nîşan dida, gotibû ku Elçî “axaftinên skandal” dikin. Di nûçeyê de wiha dihat gotin: “Li hember van daxuyaniyên Elçî yên pesindayîn û piştgiriya rêxistina terorî PKK’ê dike ji tevna civakî bertek bariya.”
Heman rojname di nûçeyek xwe ya 11’ê Mijdarê de jî ji bo Elçî wiha digot: “Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku aşkera pesinê PKK’ê dide”
Nivîskarê Akşamê Kûrtûlûş Tayîz jî di nivîsa xwe ya 26’ê Cotmehê de, Elçî bi van gotinan nîşan dabû: “Di atmosferek ku her roj cenazeyên şehîdan tên de gotinên Elçî bertekên mezin kom kirin. Li vir tiştê ku ji aliyê min de balkêş, medyayê heq da pesindayina terorê. Pesindayina terorê ji aliyê navekî ku li ser rêxistinek mezin a parêzeran e ku parçeyekî ji mekanîzmaya edaletê ye, mixabin di medyayê de rastî piştgiriyek mezin hat, bi helwestên sempatî û parastinî hatin pêşwazîkirin.”
Rojnameyên Sabah û Takvîm jî di nûçeyên xwe yên 15’ê Cotmehê, bi “propagandaya rêxistina terorî” Elçî sûcdar dikirin. Di nûçeyê de ev îfadeyê cih digirt: “Tahîr Elçi yê di bernameyê de axaftinên pesindayina rêxistina terorî PKK’ê dikir”.
Rojnameya Akît jî di nûçeya xwe ya têkîldarî lêpirsîna der heqê Elçî de wiha digot: “Wê hesabê wan gotinan bide”
Her wiha tevahî televîzyon û rojnameyên alîgirên AKP’ê tevlî vê kampanyaya lînca li ser Elçî bûn.
AKDOGAN: ELÇÎ, TEROR TEŞWÎQ KIR
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan jî Elçî hedef nîşan dabû. Akdogan, 20’ê Cotmehê di bernameya televîzyona Kanal 7 a “Îskele Sancak” de îdîa dikir ku Elçî, “terorê teşwîq dike”, “sûc” kiriye.