KCK: Rejîma otorîter ya faşîzan rê li ber komkujiya Mereş û Roboskê vekir

KCK: Rejîma otorîter ya faşîzan rê li ber komkujiya Mereş û Roboskê vekir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê 35’emîn salvgera Komkujiya Mereşê de daxuyaniyek da û got: “Zîhniyeta ku komkujiya Mereşê pêk anî,  hêzê ku plankirin û di nav de cih girtin, ji ber ku nehatin darizandin û lêpirsînkirin tirkiye hêj demokratîk nebûye. Li Tirkiyeyê rejîmeke otorîter faşîzan li Tirkiyeyê didome. Ji ber vê yekê komkujiyên wekê Roboskê bi rehetî tên kirin, wek komkujiya Mereşê berpirsên wê jînehatin dîtin.”

Di daxuyaniya nivîskî de hate destnîşan kirin ku komkujiya Mereşê yek ji komkujiyên herî mezin û derveyê mirovahiyê ya di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di ser komkujiyê re 35 sal derbas bû. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em soza xwe ya bo jiyanadina bîranîna wan dubare dikin.

KCK’ê da zanîn ku ev ku ev komkujî hem ji bo amadekirina zemîna darbeya faşîzan û hem jî ji bo kurdên elewî ji Mereş, Meletî, Sêwas û Semsurê bê derxistin pêk tînin û wiha hat gotin: “Piştî vê komkujiyê tiştên li Tirkiye, Kurdistan û Mereşê pêk hatin armanca van komkujiyan derdixe holê.

Piştî komujiya Mereşê li gelek bajaran rêveberiya tund hatiye îlankirin û di vê hawirê de amadekariya faşîzan ya leşkerî hatiye kirin. Piştî darbeya 12’ê îlonê li hemû Kurdistanê zext û zilm hatiye zêdekirin û qirkirin hatiye lezgîntirkirin. Ji Mereş û bajarên derdorê jî ji ber qirkirin çandî kurdên Elewî koçî metropolan kirin.  Li ser şoreşgerên kurd û tirk zilm, zor û darvekirin hatine meşandin.

Armanc û encamên komkujiya Mereşê nîşan dide ku, ev komkujî di kurahiya delwetê de hatiye plankirin û pêkanîn. Ji ber vê jî dijminahiya li dij Elewiyan û MHP ketiye nava tevgerê û bi sedan Elewiyên kurd hatine qetilkirin. Lê zîhniyeta ku komkujiya Mereşê pêk anî, hêzên ku plankirin û di nav de cih girtin, ji ber ku nehatin darizandin û lêpirsînkirin Tirkiye hêj demokratîk nebûye. Ev rejîma otorrîter hêj didome. Ji ber vê yekê komujiya Roboskê bi rehetî pêk hat.

Bersiva herî baş ya ji komkujiya Mereşê re eve ku bi têkoşîna azadî û demokrasiyê Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin.  Beriya her tiştî divê li dijî armancên vê komujiyê têkoşîn bê dayîn encamên wê ji holê bê rakirin.divê hemû kurdên hatine koç kirin dîsa vegerin ser axa xwe. Ev komku jî jib o ku nasname û zimanê me bê ji bîrkirin pêk hatiye û divê em li dijî vê têbikoşin û xwedî lê derkevin. Divê em di têkoşîna demokrasiyê de aktîf cih bigirin û ev bersiva herî baş e.”