KCK: Li pêşiya xayîn û hevkarên sîxûr bibin asteng
KCK’ê agahiyên ku sîxûrê MÎT’ê Yûnûs Toptaş têkildarî rêxistina sîxûriyê ya dewleta Tirk daye, eşkere kir. KCK’ê ev bang li gelê Kurd kir: “Li pêşiya xayîn û hevkarên sîxûr, bibin asteng.”
KCK’ê agahiyên ku sîxûrê MÎT’ê Yûnûs Toptaş têkildarî rêxistina sîxûriyê ya dewleta Tirk daye, eşkere kir. KCK’ê ev bang li gelê Kurd kir: “Li pêşiya xayîn û hevkarên sîxûr, bibin asteng.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê sîxûrê dewleta Tirk Yûnûs Toptaş daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê anî ziman ku Toptaş ji malbateke welatparêz tê û xizmê şehîdan e û ev rewşa xwe ji bo ku li ser navê MÎT’ê û endamên şerê taybet xebat bimeşîne, bi kar aniye û bi vî rengî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîlayan sûc kiriye. KCK’ê diyar kir ku wî di heman demê de ji bo rêxistina sîxûriyê jî kar û xebat meşandiye.
KCK’ê ragihand ku Yûnûs Toptaş gelek caran agahiyên derbarê cihên kesên welatparêz û gerîlayan ên tespît kirî, daye dijmin û got: “Di encama agahiyên ku wî û hevkarên din ên sîxûr-xayîn dan dijmin de, bi dehan gerîla û welatparêz hatine qetilkirin.”
KCK’ê diyar kir ku Toptaş ji aliyê tîmên eleqeder ên Tevgera Azadiya Kurd ve hatiye lêpirsînkirin û Toptaş li xwe mikur hatiye. KCK’ê da zanîn ku derbarê ferzkirina sîxûrtiyê ya li Kurdistanê, agahiyên cidî di destê Toptaş de hene.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya derbarê mijarê wiha ye:
“Dewleta Tirk polîtîkaya îmha û qirkirinê ya ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, li her qada jiyanê didomîne.
Dewleta Tirk dixwaze bi şerê qirêj civakê dejenere bike, bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê belav bike û ciwanan bi navê festîvalên cuda ji rê derxîne. Dewleta Tirk hewl dide bi rengekî berbelav vê konseptê bixe meriyetê.
Dixwaze malbatan muhtacî pênc qirûşên pereyan bike, ciwanan bi bêkariyê û bi madiyatê girêdayî xwe bike. Dixwaze civakê birçî bihêle û bike ku civak îbadetê ji pere û madiyetê re bike. Bi vê yekê re armanc dike ku Kurdan bi temamî di qada madî û manewî, exlaqî û ruhî de tune bike.
Dewleta Tirk şerê qirêj ê li Kurdistanê meşandî, konsepta ji rê derxistina civakê, çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla bi kar tîne bes nedît, têkildarî vê yekê binket û hewl dide bi kesên bûne sîxûr û çeteyan derbe li gerîla bide. Ev yek di salên dawî de weke polîtîkayeke hîn berbelavtir tê pêkanîn.
Li Başûr, Rojava û Bakur bi zext, şîdet, êşkence û pere hin kes ji rê derxistin. Teknîk jî weke paralel bi kar anî û li hemberî gerîla û hêzên azadiya Kurdistanê sûcên mezin pêk anî. Dewleta Tirk tora xwe ya sîxûriyê zêde kiriye û didomîne, têkildarî vê yekê bi taybet û organîzeyî dixebite. Kesên herî lewaz bi pere, madiyat û gelek rêbazan ji rê derdixîne û li dijî gelê Kurdistanê, gerîla û saziyên civakî yên sivîl dixe dewrê û di asta navneteweyî de sûcê şer dike.
YUNUS TOPTAŞ NE TENÊ SÎXÛRÎ KIR; SÎXÛRÎ BI RÊXISTIN KIR
Yek ji van sîxûr û muxbîran jî Yunus Toptaşê yê Êlihê ye. Yusuf Toptaş ev demeke dirêj e ji aliyê dewletê ve hatiye xistin, li gelek navçe û bajarên Kurdistanê, bi taybet li Başûrê Kurdistanê têkilî bi dewleta Tirk re pêş xistiye û bûye sedema qetilkirina gelek welatparêz û gerîlayên me. Kesayetiyeke hema hema her roj bi dijmin re jiyaye, gotina her tiştê dewletê, kontra û elemanên şerên taybet pêk aniye. Kesayetek e ku bêdudilî bimîne îtaetkariya dijmin kiriye. Ev sîxûrê ku ji bo ajo û jiyana xwe ya takekesî, ji hişmendiya gel û neteweyî dûr û lumpen herî dawî ketiye xefika dijmin û bûye sedem ku gerîla windahiyan bide. Ev kes ne tenê wek sîxur tevdigere, di heman demê de bi elemanên şerê taybet re jî ji bo organîzekirina sîxuriyê xebitiye û di vî warî de jî hin lumpen xistiye nava vê xefikê.
LI SÛCÊN XWE MIKUR HAT
Yunus Toptaş ji Enqereyê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Hewlêrê heta Silêmaniyê geriyaye, hem agahî berhevkiriye, hem sîxûrî birêxistin kiriye, hem îstîxbaret komkiriye û hem jî li ser agahiyên sîxûrên girêdayî wî cihê gelek welatparêz û gerîla hatine tesbîtkirin û xistiye xefika dijmin. Di encama parvekirina agahî û cihên ku wî û sîxur-xayîn û hevkarên din dane, bi dehan gerîla û welatparêz hatine qetilkirin. Ev kesê sîxûr, xizmê şehîd Ramazan Toptaş (Sari Îbrahîm) e. Rasiyeke trajîk a dîroka me ye ku hevrêyê me Sari Îbrahîm ji aliyê sîxûran ve hatiye qetilkirin. Ji ber ku ji malbateke welatparêz e, weke welatparêzekî tê naskirin û xizmê şehîdan e, şebekeyên têkiliyên gelek rehettir ava kiriye û ji aliyê qadên ku divê bi hêsanî biçe û bigihêje hatiye qebûlkirin. Vê yekê avantajek çêkiriye ku di gihîştina armancê, wergirtina agahî û tesbîtkirina cih de de gelek rehetî peyda bike. Yunus Toptaşê ku pêbawer xuya dike, wek welatparêzekî tê naskirin û wek xizmê şehîd tê qebûlkirin, ji van hemû wesfên xwe sûd wergirt û îxanet li gelê Kurdistanê, gerîlayên ku ji bo gelê Kurdistanê şer dikin, jiyana xwe feda dikin û bêyî dudilî diçin şehadetê kir, bêyî ku dudilî bimîne bûye sedema qetilkirina bi dehan fermandarên gerîla û welatparêz. Ev kesayeta xayîn yê li hember dijmin, leşkerên asayî û elemanên MÎT’ê dikeve sekna rêzî, hemû gotinên dijmin bêyî ku bike du pêk anî, di dawiyê de hatiye girtin, ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ve hate lêpirsînkirin û ji ber li hember belge û delîlên berbiçav nekarî tiştek bike, li sûcên xwe mikur hatiye.
LI SÊMÊLKA BI RÊYA MÎT’Ê SÎSTEMA NASKIRINA RÛ HATIN BI CIH KIRIN
Her wiha ji aliyê wî ve hat piştrastkirin ku di avahiya kontrolê ya di navbera herdu aliyên deriyê sînor ê Sêmêlka Rojava û Başûr de îstixbarata Tirkiyeyê bi piştevaniya PDK’ê sîstema rû naskirinê bi cih kiriye û hemû ketin û derketin kontrol dikin û ji aliyê teknîkî ve pergala naskirina rû li aliyê Başûr hene.
Yunus Toptaş li xwe mikur hat ku meyla wan ew e ku kesên li qadên Bakur xebatê dimeşînin, bixin xizmeta xwe. Her wiha anî ziman ku ew eroîn, çek û hwd li ser eksena MÎT’ê û bi agahiya wan difiroşin û dahata wan bi hev re parve dikin. Elemenê ku got, "Min mirina gerîlayên ku di encama agahiyên berê de hatibûn kuştin tesbît dikir, tekmîl digirt û min dida. Min melzemeyan peyda dikir” pejrandiye ku bi armanca koordînasyon û kontrolkirina tora sîxûran çûye Başûrê Kurdistanê.
Yunus Toptaş diyar kir ku ji ber agahî parvekiriye poşman bûye, xiyanet li malbata xwe ya welatparêz, xizmê xwe yê gerîla, li civaka xwe û gelê Kurdistanê kiriye û ji Partî, Rêber Apo û gelê Kurdistanê efûyê xwest. Xwest li her du zarokên xwe bê bexşandin û got ku ew ê careke din xiyanetê li gelê Kurdistanê, gerîla û li welatparêzan neke û destnîşan kir ku ew ê xiyanetê ku tê de ji holê rake…
Em bang li gelê xwe û bi taybet malbatên şehîdan dikin ku li hember van siyasetên dewleta Tirk a li dijî welatparêzan hestiyar bin, ji elemanên wisa re mafê jiyanê nehêlin, li dijî xayinan, hevkarên ku ketine xwîna gerîla, noker û muhabiran helwesteke hişk nîşan bidin û di nava xwe de kujerên ku destên wan bi xwîna fermandarên gerîla û welatparêz lekedar in nehewînin."