KCDK-E'yê Cejna Remezanê pîroz kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hewldanên dagirkeriyê û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta AKP'ê di vê Cejna Remezanê de jî dewam dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, divê em ji her demê bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin.
AKP a bi mejiyê DAÎŞ'ê hem nahêle gelê me bawerî û cejna xwe pîroz bike, hem jî bi êrişan pêşî li cejnan digire. Erdogan ê sextekar û hikumeta wî mîn adoh îro jî di serî de li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Rojava, li tevahiya Kurdistanê êrişên xwe yên dagirkeriyê deweam dike. Dîktator Erdogan û dewleta AKP'ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nakin, wê li hemberî berxwedana gelê me û muxalîfên demokratîk winda bike.
Bi wesîleya cejnê divê gelê me piştgiriya hev a madî û manewî xurtir bike, di serî de ji bo gelê me yê li Şehbayê xwedî li mirovên hewcedar derkeve û yekîtiya neteweyî û ruhê piştevaniyê yê hevpar xurtir bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bi hêviya ku cejna îsal bibe wesîleya azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edalet ji bo gelê Kurd û mirovahiya mezlûm, cejn li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê hate pîrozkirin.