KCDK-E: Dewleta Tirk bi êrîşan nikare bi gelê Kurd

KCDK-E'yê êrîşên Tirkiyeyê yên dema dawî yên li ser sivîlan û xwezaya Kurdistanê şermezar kir û got, "Dagirkerî, êrîş û bombardûmana dewleta Tirk wê nikaribe bi gelê Kurd."

KCDK-E'yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xwezayê û sivîlan ên li Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema dawî li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan zêde bûne û hate destnîşankirin ku armanc ji van êrîşan koçberkirina gelê Kurd û valakirina Başûrê Kurdistanê ye.

KCDK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk bi vê armancê serweriya Iraqê binpê dike, sivîlan bi rengekî komî qetil dike û got, "Tenê meha dawî 5 caran êrîş li sivîlan hate kirin. Li pêş çavên cîhanê komkujî kir û hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bi bêdengiya xwe çavên xwe li komkujiyan digire. Bi vê bêdengiyê êrîşên dagirkeriyê dipejirînin."

KCDK-E'yê bi bîr xist ku herî dawî li navçeya Pêncewîn a Silêmaniyeyê wesayitek ji aliyê SÎHA'yan ve hate bombekirin, di encamê de 3 kes ji malbateke ji Duhokê şehîd bûn û ragihannd ku li Efrînê zêdeyî 200 kes hatin revandin, li çar aliyên Kurdistanê daristan têne şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev komkujiyên dewleta Tirk gefê li aramî û ewlehiya herêmê dixwe û hate gotin, "Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê neyê anîn wê aramî pêk neyê. Ji bo qirkirinê êrîşî cografya gelê Kurd dike. Dewleta Tirk bi dagirkeriyê, êrîşan û bombardûmanan wê nikaribe bi gelê Kurd."

KCDK-E'yê herî dawî bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd û cografya Kurdistanê hişyar bin, li welatan dîplomasiyeke xurt bê meşandin û dagirkeriya dewleta Tirk bê teşhîrkirin.