KCD û DBP: Divê xwedî li Rojava were derketin

KCD û DBP’ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got “Ji bo parastina nirxên mirovayetiyê divê xwedî li Şoreşa Rojava were derketin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyaniyek nivîskî belav kir û Şoreşa Rojava pîroz kir.  

“Şoreşa Rojava ya ku bi berdelên giran û bi têkoşineke bêhempa pêk hat, ev 11 sal in rêya me ronî dike, têkoşîna ku bi pêşengiya gelê Kurd û bi taybetî bi pêşengiya jinan pêk hat li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê, li dijî dagirkirina axa Rojava, li dijî desthilatdaran berjewendiyên gelan parast. Ji ber vê yekê ye ku Şoreşa Rojava bala hemû cîhanê dikişîne û ji bo gelên bindest jî bûye mînaka jiyana serbixwe. Şoreşa Rojava nîşan da ku rêya çareseriyê ya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e, Şoreşa Rojava nîşan da ku avakirina jiyaneke wekhev a hevpar a gelan pêkan e. Şoreşa Rojava ya ku li dijî zihniyeta yekperest pirrengiyê diparêze îro bi êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re rû bi rû ye. Ev rejîma faşist a ku siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike bi her awayî êrişî destkeftiyên gelê Kurd ên li her deverî dike. 

 Axa Kurdistanê bi peymana Lozanê hate parçekirin û di nav gelê Kurd de sînor hatin avakirin lê gelê Kurd bi ruhê berxwedana Kobanê ev sînor ji holê rakir, li hawara hev çûn, bi yek dilî xwedî li Rojava derketin. Şoreşa Rojava di heman demê de hêviya avakirina yekitiyê ye, ji ber vê yekê divê gelê Kurd ji bo ku rê li ber peymanên nû yên wek Lozanê bigire, bi ruhê Kobanê xwedî li berjewendiyên xwe derkeve û destkeftiyên xwe biparêze. 

 Şoreşa Rojava li dijî hovitiyê nirxên mirovahiyê parast ji ber vê yekê divê hemû cîhan û mirovahî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve, ji bo mayîndebûna şoreşê di nav hewldanan bin û berpisyariyên xwe bi cih bînin. Em KCD careke din Şoreşa Rojava silav dikin û diyar dikin ku têkoşina me ya ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd wê bidome.” 

DBP: ŞOREŞÊ YEKITÎ AFIRAND

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir û şoreş li gelê Kurd û gelan pîroz kir. Di daxuyaniya DBP’ê de ev tişt hate diyarkirin:  “Şoreşa Rojava ya ku gelên Bakurê Sûriyê li hember hovîtiya DAIŞ'ê û zîhniyetên ku bi hemû hêza xwe bûne şirîkê vê hovîtiyê, îro sala 11’emîn li dû xwe dihêle. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û hemû netew û baweriyan yekitiyeke siyasî û jiyaneke hevpar afirand. Ev şoreş, li cîhanê weke pergaleke alternatif hate pejirandin û bi pêşengiya jinan bilind bû, ji bo hemû gelan bû hêviya jiyaneke birûmet. 

 Îro di serî de desthilatdariya faşist a AKP-MHP'ê erîşên mezin li dijî şoreşa Rojava û hemû axa Kurdan pêk tîne. Hêzên ku naxwazin şerê li ser axa Kurdan ti caran biqede, ligel hemû astengî û êrîşan dîsa jî nikarin ev berxwedanê rawestînin. Li dijî van êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd ji xwe re kiriye hedef divê gelê Kurd helwesteke hevbeş nişan bide, bi taybetî di sedsala Peymana Lozanê de divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike ku careke din di nav gelê Kurd de sînor neyên avakirin. Îro gel dixwazin ku bi hev re di nav aşitiyê de bijîn. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya sêyemîn hemû pirsgirek bên çareserkirin. Daxwaziya me jî ew e ku bi rêya muzakereyan ve çareserî pêk were. Şoreşa Rojava ne tenê têkoşîna aşitî û azadiya gelê Kurd e. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin e, şoreşa azadiya baweriyan û aşitîyê ye. 

Em têkoşîna û şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn hebûna jiyaneke cuda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Baweriya me ew e ku, li erdnîgariya Kurdistanê, li Anatolya û Rojhilata Navîn de bi têkoşina aşitî û demokrasiyê em dikarin hemû pirsgirekan çareser bikin. Li hember politikayên şer ên ku rêya çareseriyê digre, bi baweriya çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû şoreşger û hêzên demokratîk xwedî li vê şoreşê derkevin.”