KCD'ê êrîşên li ser Êzdiyan şermezar kir

KCD'ê êrîşên li ser Êzdiyan şermezar kir û got: " Ev êrîşên ku bi piştgiriya dewletê pêk tên nîşan dide ku dixwazin civaka Êzidî bê cih, bê war û bê hafiza bihêlin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êrîşên li dijî Êzdiyan ku li gundê Zervayê yê navçeya Wêranşar a Rihayê cerdevanan dest danîn ser xanî û erdên wan û êrîşî wan kirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.

Daxuyaniya KCD'ê bi vî awayî ye:

"Civaka me ya Êzdî gelek caran bi qirkirinê re rû bi rû ma, ji ber vê yekê jî di demên cuda de dest ji axa xwe berdan, koçber bûn û îro li gelek welatên cihanê belav bûne. Piştî koçberiya wan a ji Kurdistanê, axa wan hate desteserkirin û bi taybetî ev yek bi destê hêzên ku pişta xwe didin desthilatdariyê pêk tê ku gelek ji wan ji cerdevan in. Ev êrîşên ku bi piştgiriya dewletê pêk tên nîşan dide ku dixwazin civaka Êzidî bê cih, bê war û bê hafıza bihêlin. 

DAÎŞ’ê jî bi vê mebestê fermana 73’yemîn pêk anî ku çand û baweriya  civaka me ya Êzidî qir bike, ên ku îro dixwazin axa gelê me yê êzdî desteser bikin, mal û milkê wan gasp bikin xwediyê zihniyeta hov a DAÎŞ’ê ne ku ji aliyê şirîkê DAÎŞ’ê ve tên parastin.

Êzdiyên ku dixwazin vegerin ser axa xwe, gund û warê xwe ji nû ve ava bikin îro, tên astengkirin û rastî êrîşan tên, êrîşên bi vî rengî li bajarên weke Şirnex, Êlih, Mêrdin û Rihayê pêk tên ku mînaka dawî ya van êrîşan li Weranşarê qewimî, li gundê Zervayê xanî û erdên tapokirî yên malbatên Êzdî hatine desteserkirin, malbatên ku dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin rastî êrîşên cerdevanan tên. Em wek KCD’ê diyar dikin ku em van êrîşan qebûl nakin, divê civaka me ya Êzdî li ser axa xwe bi awayeke azad û wekhev çand û baweriya xwe bijî, nasnama xwe biparêze û kevneşopiya xwe bidomîne. Ev mafê wan ê rewa ye. 

Êzdiyên ku ji ber baweriya xwe rastî gelek qirkirin û êrîşan hatine civakeke qedîm a Kurdistanê ye. Em wek KCD’ê êrîşên li ser civaka me yaz Êzdî şermezar dikin û bang li gelê xwe, saziyên sivîl, partî û rêxistinên Kurdî dikin ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin û ji bo parastina mafên wan ên rewa di nav hewldanan de bin."