KCD’ê cangoriyên Qetlîama Zîlanê bi bîr anî
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) cangoriyên Qetlîama Zîlanê bi bîr anî û got “Divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) cangoriyên Qetlîama Zîlanê bi bîr anî û got “Divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî Qetlîama Zîlanê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rejîma faşist a dewletê ya yekperest 93 sal berê li Geliyê Zilanê qetlîam pêk anî, di vê qetlîamê de 44 gund hatin şewitandin, zarok, jin, kal û pîr jî di nav de bi 10 hezeran Kurd hatin qetilkirin. Ên ku ji qetlîmaê xelas bûn, an hatin girtin an jî hatin sirgûnkirin. Bi vê yekê hewl dan ku demografiyê biguherînin û polîtîkayên asîmîlasyonê pêk bînin. Çapemeniya wê demê vê qetlîamê bi zimaneke qirêj parast û hewl da ku ji raya giştî re meşrû nişan bide lê xebatên dîrokî yên devkî bi bîranînên zarokên ku ji qetlîamê xelas bûne, hovîtiya pergala yekperest a dewletê bi awayeke aşkere li ber çavan radixe. Xwîna ku li Geliyê Zîlan rijiya di nav dile gelê me de diherike. Em yên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan şîna me ye ku îro jî berdewam dike.
Domdarê vê zihniyeta yekperest a faşîst bi awayeke sistematik li dijî gelê Kurd qetlîam pêk anî, li şûna ku bi van qetlîaman re hevrû bibe hewl dan ku ser van qetliaman bigirin û bide jibîrkirin. Bi vê mebestê îro ciyê gora Seyid Riza û Şêx Seîd vedişêrin, li ser ciyê ku qetliam pêk hatine bendavan ava dikin, avahiyên nû çêdikin. Bi vî awayî hewl didin ku me bê bîr bihêlin û ser sûcê xwe binixumînin lê bîraninên nirx û gelê me bîra me zindewar dike û hêz dide têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê.
Em KCD careke din ên ku di vê qetlîmê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku rê û rêbazên çareserî û aşitiyê hevrûbûn e. Ji bo vê yekê jî divê zûzûka komîsyonên heqîqetê bên avakirin.”