KBDH: Em ê hesabê Komkujiya Parîsê bipirsin
Konseya Giştî ya KDBH'ê diyar kir ku wê hesabê komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bipirsin.
Konseya Giştî ya KDBH'ê diyar kir ku wê hesabê komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bipirsin.
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya dewleta Fransayê piştî deh salan li Parîsê komkujiyeke din kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara sê welatparêzên Kurd di vê komkujiyê de tevlî karwanê nemiran bûn. Em hevrê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di komkujiyê de tevlî karwanê nemiran bûn bi bîr tînin, sersaxiyê ji hevrê, dostên wan û gelê Kurd re dixwazin."
KBDH'ê ragihand ku ev komkujî li dijî tevgera jinên Kurd, têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurd dewama konsepta 'têkbirinê' ye û got, "Ev komkujî li dijî jinên pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hate kirin. Yê ku vê konseptê dimeşîne dewleta Tirk a faşîst jî be, piştevanên vê planê dewletên emperyalîst, kapîtalîst in. Dewleta Bûrjûva ya Fransayê jî hevkarê vê komkujiyê ye. Fikrê ku polîsên Fransayê têkildarî tektîkkêş dixwaze il nava raya giştî çêbike, hewldana ji bo veşartina kujeran e. Dewleta Bûrjûva ya Fransayê mîna di qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, hewl dide hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re veşêre. Komkujî bi destê tetîkkêşekî nijadperest ê Fransî ve hatibe kirin jî eşkere ye ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û MÎT'ê ve hatiye plankirin."
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst ji ber ku ji planên şerê topyekûn û qirkirinê yên lid jiî gelê Kurd encam bi dest nexist, Komkujiya Parîsê pêk anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîfeya her hêzeke pêşverû, antî-faşîst û şoreşger e ku hesabê komkujiya Parîsê ji dewleta Tirk a faşîst bipirse û ji bo vê jî banga xurtkirina rêxistiniya li dijî êrîşên faşîst kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan, em dibêjin ku li dijî dewleta Tirk a faşîst, zayendîperest û nijadperest em ê li her qadê têkoşîna xwe, şerê xwe mezin bikin."