KBDH'ê li dijî nuqteya polîsan çalakiya bombeyî kir
Milîsên Eylem Ataş ên KBDH'ê ragihandin ku ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Madimakê li Edeneyê li dijî nuqteyeke polîsan çalakiya bombeyî kirine û di encamê de polîsek birîndar bûye.
Milîsên Eylem Ataş ên KBDH'ê ragihandin ku ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Madimakê li Edeneyê li dijî nuqteyeke polîsan çalakiya bombeyî kirine û di encamê de polîsek birîndar bûye.
Di daxuyaniya Milîsên Eylem Ataş ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de hate gotin, "Weke KBDH êvara 30'ê Hezîranê li Edeneyê me li polîsên faşîst ên vê sîstema komkujiyê xistin. Milîsên me yên Eylem Ataş saet derdora 22:00 li Yuregîrê, li kolana Çûkûrovayê li hemberî nuqteyeke polîsan çalakiya bombeyî kirin. Di encama çalakiya me de polîsek birîndar bû. Milîsên me bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn."