Karkerên kurd ên li avahiya Qonoxa Hikumetê ya Navçeya Sîmav a Kutahyayê de dixebitîn rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatin û 5 karker birîndar bû. Karkerê bi navê Hafît Onûr ê ku ji serê xwe birîndar bû diyar kir ku her dem rastî êrîşan tên û li wan heqeret tê kirin.
Li Navçeya Sîmav a Kutahyayê karkerên ku nêzî 70 roj in di avahiya Qonaxa Hikumetê de dixebitin rastî êrîşê hatin. Karkeran pêr dema li avahiyê de bûn di navbera kesên ji navçeyê û 3 karkeran de nîqaş çêbû.
Karkerê bi navê Hafît Onûr diyar kir ku her tim êrîşî wan tê kirin û ji bo şer qewimiye heqaret li wan tê kirin û wiha got: "Her tim heqeret li me dikin û dixwazin şer derxînin. Pêr carekî din nîqaş çêbû. Em 20 kes bûn ew 3 kes bûn, me ji bo bûyer neqewime tiştek negot. Birayê min ê hosta jî hat xwe ji me aciz kir û ji bo bûyer mezin nebe li ber wan geriya. Lê dema birayê min ji înşeatê daket jêr bi hesinan êrîşî birayê min kirin. Ji ber wê jî ez jî daketim jêr û şer mezin bû."
Onûr diyar kir ku dema şer mezin bû kesên ji navçeyê ji bo gelê navçeyê rake ser piyan gotinên "Hûn ê qurbana şehîdan bibin" dikirin û heqaret li wan kiriye û wiha axivî: "Di dema şer de em 5 kes birîndar bûn. Bi hesin li serê min xistin. Piştre polîsên hêzên polayî hatin cihê bûyerê û bûyer bi dawî bû. Me rakirin nexweşxaneyê. Piştre me birin qereqolê û îfadeya me girtin."