Karkerên jin qurbanê mêtîngeriya karê Çînê ye

Karkerên jin qurbanê mêtîngeriya karê Çînê ye

Tekelên navnetewî ji bo ku maliyeta hilberîna xwe daxînin jêr berê xwe dan Çîna ku mafê grevê nîne û hêza erzane û bi vî awayî bi mÎlyonan gundiyî axa xwe terk kirin û hatin bajaran. Ev karker bi giştî ji mafên ewlehiya civakî bêparin û wek ‘karkerên mîvan’ tên binavkirin.

Li gorî lêkolîna ku Enstituya Îstatîstikê ya Deweleta Çînê di 2012’an de kiriye hejmara karkerên mîvan 260 mîlyone.  Ji sedî 90’ê karkerên li Sanayî dixebite karkerên mîvanin û ji van ji sedî 60 jinin.

Pirsgirêka karkerên jin di sala 1993’an de bi şewata ku di fabrîkayeke pêlîstokan de derket û 87 karkerên jin mirin û 57 jî birîndar bûn ket rojeva cîhanê.

Sê sal piştî vê facîayê ‘Rêxistina Karkerên Jin ya Çînê’ (CWWN) hat avakirin. Di rojê borî de  nûnerê CWWN’ê ku hatibû Stockholmê parêzer Suetwah Choî şert û mercên xebata karkerên jin di konferansekê de vegot.

Choî da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a karkerên mîvan eve ku piştî herêma xwe terk dikin, bi pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Dema ji bo xebatê welatên xwe terk dikin, ji mafên xwe yên tenduristî, perwerdehî û lênerînê wenda dikin.

Choî bi lêv kir ku CWWN jî hewl dide pirsgirêkên jinan yên tenduristî, perwerdehiyê çareser bike. li gorî vegotinan  li Çînê karkerek rojê 8 hefteyê de 40 saetî dixebite. Pereyê ku digirin jî 1600 Yuan (194 Euroye). Lê di sektora elektronîk de 7 rojên hefteyî de  rojê 11 saetan dixebitin û 2290 Yuan digirin.

Jin jî herî zêde di tekstîlê, pêlîstok û elektronîk de dixebitin.  Karkerên jin li gorî mêran du kat rastî newekheviyê tên û ligel ku êrîşa zayendî li dijî jinan pêk tê jî dewlet tu ewlehiyê nagire.