Karamûs: Em statuyeke fermî dixwazin
Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansa ku bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tê lidarxistin û got, "Em Kurd êdî li çar parçeyên Kurdistanê statuyeke fermî dixwazin."
Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansa ku bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tê lidarxistin û got, "Em Kurd êdî li çar parçeyên Kurdistanê statuyeke fermî dixwazin."
Em hevpeyvînên xwe yên derbarê amadekarî û lêkolînên 100 saliya Peymana Lozanê de didomînin. Piştî Hevserokê Kongreya Gel a Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, vê carê Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs bersiv da pirsên me.
Çend roj man ji salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmehê de hatibû îmzekirin. Weke KNK’ê hûn ê di 22-23’ê Tîrmehê de konferansekê li dar bixin. Amadekariyên we di kîjan qonaxê de ne?
Xebata me tenê bi vê konferansê re sînordar namîne, bi rastî konferanseke dawî ye. Heta niha gelek panel, forum, pêşangeh û axaftinên din hatine lidarxistin. Em girîngiyeke taybet didin vê konferansê. Em jê re dibêjin 'Konferansa Kurdistanê' û armanca me ew e ku hemû pêkhateyên Kurdistanî beşdarî vê konferansê bibin. Mebesta me ew e ku partiyên siyasî, dezgeh, saziyên baweriyên cuda, pêkhateyên cuda yên etnîkî û kesan tevlî vê konferansê bibin. Zêdetirî salek û nîv e em amadekariya vê konferansê dikin. Xebata ku me heta niha kiriye, encamên pir girîng derxistiye holê. Armanca me ya sereke ew e ku tu sazî, partiyeke siyasî û kesayetî kêm nemîne. Ji bo ku hemû pêkhateyên ku li erdnîgariya Kurdistanê nûnertiya xwe dikin beşdarî vê konferansê bibin, me xebateke mezin meşand.
Xebateke bi pêşengiya KNK’ê ye, lê gelek partî, sazî û rêxistin beşdarî amadekirina vê konferansê bûne. Komîteya mezin a ku di 10’ê Hezîranê de hat avakirin civiya û lêkolîn û amadekariyên konferansê hatin nirxandin. Hem ji bo konferansa 22-23’ê Tîrmehê bê lidarxistin û hem jî ji bo daxuyaniya dawî ya konferansê ya ku em ê di 24’ê Tîrmehê de li ber avahiya ku muzakereyên peymanê lê hatibû avakirin ragihînin, amadekarî û plansaziyên dawî hatin kirin.
Ji bo ev konferans rast bi rê ve biçe û ji bo temsîliyeta çar parçeyên Kurdistanê em xebatên xwe didomînin. Amadekariyên teknîkî qediyan.
We bi kê re ev hevdîtin kirin, kê beşdarî van xebatên sendîkayan bû?
Lijneyek hevpar hatiye avakirin; Em jê re dibêjin ‘Komîteya Çalakiyên Sala 100’emîn a Lozanê.’ 157 partî û rêxistinên siyasî beşdarî vê bûne. Ji xeynî van pêkhateyên siyasî, gelek dîrokzan, hunermend, akademîsyen û kesên ku bi tena serê xwe dixebitin tev li van xebatan bûne. Dîsa me çar parçeyên Kurdistanê û hemû temsîliyeta li dîasporayê xwest. Me xebat kir ku bi komeleyên ku Kurd li wan deran hene re têkilî deynin û beşdarî konferansê bibin.
Em bi berpirsyariya giran a barê ku em ji bo vê konferansê amade dikin dizanin. Ji bo vê jî me planek daniye pêşiya xwe; me xwest em vê konferansê bikin konferanseke netewî.
Çima?
Ji ber ku di vê konferansê de em dixwazin li dijî Peymana Lozanê nîqaşeke neteweyî pêş bixin. Ji bo vê jî me xwest li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi hev re bixebitin. Me bi hemû pêkhateyên Kurdistanê re hevdîtin kir û nêrînên wan stend. Li çar parçeyan û li dîasporayê me hevdîtin kir. Me bi 175 pêkhateyên siyasî û rêxistinên sîvîl re, îdeolojî û ramana wan çi be, hevdîtin kir. Dîsa me bi hemû serok û nûnerên olî re hevdîtin kir. Me bi serokên eşîrên Kurd, akademîsyen, kardêr, kesayetên ku di civaka Kurd de dixebitin, hunermend û rojnamevanan re hevdîtin kir. Bi kurtasî me hewl da ku em hemû rengên Kurdistanê tevlî vê konferansê bikin. Hêviya me ew e ku hemû aliyên Kurdistanê beşdarî vê konferansê bibin. Heta niha nêzî 500 sazî û kesan diyar kirine ku wê tevlî vê konferansê bibin.
Kîjan partî û sazî beşdarî xebatên konferansê nebûn, çima beşdar nebûn?
Em dixwazin fikra ‘Kurd nabin yek’ ku ji dîrokê heta îro hatiye ji holê rakin. Ger em nebin yek, em nikaribin yekitiya netewî ava bikin, em ê di sedsala 21’an de gelek windahiyan bidin. Her çend em amadekarê vê konferansê bin jî, di organîzasyona sereke de gelek partî û dezgehên siyasî hene. Mêvandarê vê konferansê hemû gelê Kurd e. Dijminên me ji bo ku yekitiya neteweyî ya Kurdan çênebe û em nebin yekdeng, her tiştî dikin. Dixwazin vî karî pûç bikin. Em hewl didin van hemû hewldanên dijminên xwe pûç bikin.
Em ê pişta xwe nedin berjewendiyên komeke teng an partiyeke siyasî. Ev pirseke netewî ya gelê me yê li Kurdistanê dijîn e. Em wekî qada berpirsiyariya neteweyî dibînin. Em ê di 100 saliya wê de Lozanê red bikin. Em bi vê baweriyê dixebitin.
Em dixwazin trajediya 100 salî ya gelê Kurd ji holê rakin. Ji bo vê jî heta kêliya dawî em ê hewl bidin ku hemû pêkhateyên Kurdistanî tevlî vê konferansê bibin. Em dixwazin di vê sedsalê de nasname û statuya gelê Kurd were naskirin.
Lewma em ê nabêjin çima ev partî beşdar nabe. Em ê heta roja dawî hewl bidin ku wan lê zêde bikin. Em dixwazin bi rêya we jî bangekê bikin. Kes, sazî û partiyên ku me weke komîte nekarîn xwe bigihînin wan vexwendiyê vê konferansê ne û divê beşdar bibin. Ev konferans ji her kesê ku dixwaze li dijî Lozanê bibe yek, îtîraz bike û dengê xwe bilind bike re vekirî ye.
Armanca vê konferansê çi ye?
Em ne tenê neaxivin û nenirxînin. Bi Peymana Qesrê Şîrîn Kurdistan bû du parçe. Peymana Sykes Picot ji Peymana Lozanê re bû bingeh û rewabûn ji çar dewletên dagirkerên Kurdistanê re hate dayîn. Dema ev peyman hat îmzekirin li Iraq û Sûriyeyê dewletek jî tunebû. Li Iraqê Îngilîz û li Sûriyê jî Fransî hebûn. Lozan bû sedema trajediyên dubare. Komkujî, qirkirin, koçberiya bi darê zorê, guhertina demografîk li ser gelê Kurd hate meşandin. Lewma Lozan di dîrokê de rûpelekî reş e. Dewletên garantor ên li Lozanê ji komkujî, qirkirin û koçberkirina bi darê zorê ku 100 sal in tê kirin berpirsyar in. Yên ku nasname, çand, dîrok û hebûna gelê Kurd înkar dikin ew in. Em dixwazin van hemû bûyeran ji civaka re vebêjin û daxwazên hevpar ên neteweya Kurd deynin holê.
Dema em 100 saliya Peymana Lozanê li pey xwe dihêlin û dikevin 100 salên nû, divê Kurd çi bikin?
Bi hîle û derewên dewleta Tirk wekî nûnerên gelê Kurd li Lozanê hebûn tê nîşandan. Lê belê ev kes ajanên dewletê bûn. Di hevdîtinên Lozanê de gelê Kurd ne xwedî maf, ne statu û ne jî nasname ye. Kurdan tu carî ev peyman qebûl nekir. Li dijî vê peymanê derketin, serî hildan, şer kir. Kurd êdî doza nasnameya xwe ya netewî dikin û dixwazin bibin xwedî statu. Gelê Kurd tu carî vê peymanê wê qebûl neke.
Kurd wê bi vê konferansê re li hemberî hemû komkujî û qirkirinên 100 sal in li Kurdistanê tên kirin, helwesta xwe nîşan bidin. Em Kurd êdî bi hebûn, nasname û zimanê xwe dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî statuyeke fermî. Di siyaseta Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan firsendeke girîng derketiye holê û ji aliyê gelên cîhanê ve tê qebûlkirin. Divê em vê derfeta dîrokî ji dest nedin.
Pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd esas e. Divê em stratejiyeke netewî ji bo parastina mafên gelê Kurd çêbikin. Em dikarin hem li dijî Neteweyên Yekbûyî (NY), hem jî li dijî Yekîtiya Ewropa (YE) û hem jî li dijî Yekîtiya Ereban rê û rêbazên siyasî bi pêş bixin. Ev konferans ji bo pêşxistina gotara hevpar a hemû pêkhateyên Kurdistanî weke yekdengî gelekî girîng e.
Wê bidome…