Li navçeya Stanisa Platirovka ya bajarê Krasnadar a Federasyona Rûsyayê li Mala Gel a Kurdan civînek hat lidarxistin û di civînê de li kampanyaya îmzeyan a li Ocalan re Azadî hate destpêkirin û îmze hatin berhevkirin.
Kampanyaya îmzeyan ku di 6’ê Îlonê de ji li Brukselê hat destpêkirin, piştî welatên Ewropa, li Rûsyayê belav dibe. Divê çarçoveyê de di 16’ê Îlonê de li na navçeya Stanisa Platirovka ya bajarê Krasnadar a Federasyona Rûsyayê li Mala Gel a Kurdan civînek hat lidarxistin û di civînê de li kampanyaya îmzeyan a li Ocalan re Azadî hate destpêkirin û îmze hatin berhevkirin.
Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir de Serokê Meclîsa Gel a navçeya Stanisa Platnirovskaya Taharê Newroz axivî û da zanîn ku dinya hemû dizane ku neheqiyek mezin li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, lê dîsa jî li hemberî vê neheqiyê bê deng dimînin.
Newroz bal kişand ser asta têkoşîna azadiya gelê Kurd û diyar kir ku di roja îro de gelê Kurd gihiştiye astek nêzî azadiyê. Tahar Newroz bi navê Kurdên li navçeyê berxwedana Ocalan, gelê Kurd û gerîlayan silav kir û got; “Em hêvîdar in ev kampanya bibe wesîleya azadiya Rêper Apo û gelê Kurd. Bi vî awayî em Kurdên li derveyê welat jî vegerin ser axa xwe.”
Piştî civînê li navçeyê kampanyaya îmzeyan dest pê kir û îmze hatin berhevkirin.