Bi vîdeoyên serek-çeteyekî Tirk Sedat Peker re ku li ser Youtube diweşîne aşkere bû ku dewleta Tirk dewleteke mafyatîk-çete ye. Agahiyên ku Sedat Peker li ser Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu, rayedarên AKP'ê, Serek-çete, Wezîrê Navxwe yê Tirk ê berê Mehmet Agar û kurê wî, li ser nûçegihanên Tirk dide, nîşan dide ku sazûmaniya Tirk ji qada siyasî heta bi qada aborî, çapemeniyê çawa sazûmaniyeke çete,mafyatîk e.
Nivîskarê Kurd Ahmet Kahraman ev karakterê çete-mafyayî yê dewleta Tirk li ser bingehê wê yê dîrokî danî û got, ''Di hîmê dewleta Tirk de çetetî heye û li ser diyardeya çetetiyê ava bûye. 19'ê Gulanê ya ku tê pîrozkirin piştî bi demeke kurt bi rûdana çetetiyê hate tacîdarkirin. Mustafa Kemal ku Siltan ew peywirdar kiribû da ku çeteyên li Deryaya Reş serkut bike, çû Deryaya Reş bi kujerekî, serek çete Topal Osman re hevkarî kir, ku Topal Osman komkujiya Pontus û Rûman anîbû. Mustafa Kemal bi serek çete re ku diviya bigirta li dijî Siltan rabûn, gavên avakirina TC'ê wiha avêt. Topal Osman jî weke kujerekî ku li dijî dijminên şerê Mustafa Kemal şer dike derdikeve pêşberî me, piştre ji bo serkutkirina Kurdên Koçgirî dertê pêşberî me. Ji wê demê û heta niha em vê dibînin; dewleta Tirk ti caran ji çete û mafyatiyê xwe xilas nekiriye.''
Kahraman bi derdewamî gotin anî ser AKP'ê û got,''AKP jî li ser kumpaseke çeteyî hate avakirin û heta bi îro hat. Serekê pergala niha, serekê rejîma çeteyî/mafyayî Recep Tayyîp Erdogan e. Di wan mijaran de ku niha li ser tê axaftin û nîqaşkirin navê Erdogan pir derbas nabe. Peker jî bi gotinên ku Erdogan diparêze behs dike, jê re dibêje, ''Erdoganê bira''.
Kahraman li ser têkiliya Peker û Erdogan got, ''Sedat Peker yek ji qedroyê Erdogan bû ku bêyî Erdogan kampanyayên wî rê ve dibir, bi propaganda, mîtîngan û bi sonda ku xwîna dijminên Erdogan vexwe, yek ji peyayê sereke yê Erdogan bû.''
Di dema Recep Tayyîp de rêxistinên mafyatîk û çeteyî li Tirkiyê geştir bûn, Erdogan ji bo ku ji xwe re hêzê çêbike hewceyî bi hêza rêxistinên mafya û çete jî dît ku yek ji van jî Mehmet Agar e. Kahraman dibêje, ''Mehmet Agar jî yek ji peyayê sereke yê Erdogan e'' û bi domdarî got, ''Ji ber ku Erdogan bi mafya, çeteyan re di zik hev de ye. Mînak, kesê ku malbata Şenyaşar li Pirsûsê qetil kirî, kire endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê. Tişta ku dixwazim bibêjim di ekîba Erdogan re gelek kujer û serek çete hhene. Soylu jî bêyî ku Erdogan agahdar bike nikare biçe tiwaletê, ji ber vê jî Soylu ne bêyî xebera Erdogan dijî Peker şer daye destpêkirin. Derdor bi organîzasyonên mafya-çeteyan re tije ne. Çakici jî Erdogan ji girtîgehan derxist û dema ku ew bû serekê mafya ji Sedat Peker re cih nema. Niha jî cinawirên ku Erdogan çêkirî wê serê Erdogan bixwin.''
Kahraman têkiliya Erdogan û rêxistinên çete, mafya bi bîr xist û got, ''Erdogan dema ku paşmêriya hinan ji van kir û yên din wiha li dûr man, ji dûr ve nerîn şelîta li qirikê jidandin. Krîza aborî ya ku tam vê demê hefsar qetandî lê zêde bû, tûlayên bin piyê wî jî yek bi yek kişandin.''
Nivîskar-nûçegihanê Kurd Ahmet Kahraman herî dawî got, ''Li Tirkiyê êdî faşîzm bi mafyayêre bûye yek. Îro li nav TC'ê kî mafya ye, kî hilbijartî ye ne diyar e, ketine zik hev. Medya jî li zikê pergala mafyayê hatiye danîn. 17-25'ê Kanûnê dema ku polîs li kurê Erdogan digeriyan, li Tarabyayê wêne digirtin û digot, ''heke ji we were werin min bigirin'', wê rojê pergala mafyayê bi cih bû. Medyaya Tirk jî ji pergala mafya re bû mertal û bû çeka êrîşê. Di êrîşa ser Kurdan, kêmkirina Kurdan re bi kar anîn, ji bo ku nîjatperestiya Tirk li dijî Kurdan rakin medya bi kar anîn. Di faşîzma Pînochet a Şilî de jî, di pergala faşîst a generalên Tirk de jî wiha bû, medya îro jî ne cihê ye.''