Jinên Tolhildêr li Stenbolê tiryakfiroş kirin hedef

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr dan zanîn ku, li Stenbolê tiryakfiroş kirine hedef û bi teqemeniyên bi dest çêkirî li depoyekê xistine.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha gotin: “Di 24’ê Tîrmehê saetên êvarê roja Duşemê de li Stenbol-Esenyurtê li cihekî mîna depoya ku bazirganên tiryakê lê ne ku bi gelemperî karên qirêj lê tên kirin, ji aliyê yekîneyên me ve bi teqemeniyên bi dest çêkirî ve hatiye hedef girtin."

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Dewleta Tirk hewl nade ku van xirabiyên mîna tiryak û fuhûşê ji holê rake ku paşeroja ciwanan ber bi rêyên xerab ve dibe; berovajî wê dihêle ku berdewam bikin û hîn zêdetir belav bibe. Em dizanin ku berê bi gotina 'Ji avabûn û rêxistinên siyasî dûr bisekinin' tiryak pêşkêşî ciwanan dikirin. Niha dev ji van lîstikên biçûk berdane, lê bi lîstikên mezintir ciwanan dixin nava van avgîran. Divê hevrêyên me yên ciwan neyên lîstikên wiha, em zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bi hev re têbikoşin.”