Jinên Tolhildêr li sê bajaran li ‘faşîstan’ dan

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Aydin, Antalya û Sakaryayê kargehek, 2 wesayîtên avasaziyê yên di qetlîama xwezayê de dihatin bikaranîn û mixazeyeke mobîlyayê ya nijadperestan şewitandine.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan li sê bajaran çalakî kirine. Di daxuyaniya wan de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 6’ê Tebaxê de yekîneyên me li navçeya Sûltanhîsar a Aydinê li dijî kargeheke hilberîna ambalajê ya alîgirê desthilatdariya faşîst a leşkerê teqawitbûyî Kerîm Sancak, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de fabrîqe kete halekî ku êdî nayê bikaranîn.

Di 7’ê Tebaxê de li navçeya Fînîke ya Antalyayê 2 wesayîtên avasaziyê yên fîrmayên girêdayî rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst yên ku xwezayê qir dikin, ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 5’ê Tebaxê de li navçeya Serdîvan a Sakaryayê yekîneyên me danê êvarê mixazeya mobîlyayan a endamên ‘Ocaxên nijadperestan’ şewitandin û alavên di nav mixazeyê de şewitîne.

Di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz de ku pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an Şoreşa Vejînê da destpêkirin, em hemû şervan û fermandarên gerîla bi rêzdarî bi bîr tînin. Em fermandarên mezin Engîn Sîncer, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî yên ku di meha Tebaxê de şehîd bûn jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em cejna vejînê ya Rêber Apo, gelê Kurdû hemû berxwedêrên li çiya, zindan û her derê li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin jî pîroz dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em şopdarê rêya wan in û em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”