Jinên Tolhildêr li sê bajaran çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî girtiyên siyasî li gelek bajaran çalakî kir.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî girtiyên siyasî li gelek bajaran çalakî kir.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi daxuyaniyekê ragihand ku li Mersîn, Balikesî û Stenbolê li dijî tecrîdê û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan sê wesayit şewitandine û li hemberî wesayiteke polîsan bi çekên ferdî û bombeyan çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, "22'ê Tîrmehê li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê bi çekên ferdî û bombeyên bi destan çêkirî li hemberî 'wesayiteke polîsên dewleta Tirk a faşîst' çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de zerareke mezin li wesayita polîsan bû û yek ji polîsan jî birîndar bû.
20'ê Tîrmehê li navçeya Manyas a Balikesîrê jî wesayiteke endamekî baskê ciwanan ê AKP'ê hate şewitandin.
19'ê Tîrmehê li navçeya Anamûr a Mersînê 2 wesayitên faşîstan hatin şewitandin."