Jinên karkerên paqijiyê pêşdarazan dişikînin
Jinên karkerên paqijiyê pêşdarazan dişikînin
Jinên karkerên paqijiyê pêşdarazan dişikînin
Xebatkarên jin yên paqijiyê yê girêdayê Midûriyeta Karê Paqijiyê ya Şaredariya Baglarê, di paqijiyê de mêr li pey xwe hiştine û li taxan eleqeyeke mezin dibînin.
Jinên xebatkarên paqijiyê ligel hemû zor û zehmetiyan karê xwe berdewam kirin. Jinan diyar kir ku ev kar êdî tenê ne karê mêrane û pêşdaraz şikestine. Jina bi navê Hatîce Ay ku ev 4 sale di paqijiya kolanê de dixebite, diyar kir ku ew ji karê xwe gelek kêfxweşe. Ay da zanîn ku berê gel bertek nîşan dida û digot çima jin vî karî dikin, lê niha hîn bûne û êdî ji karê jinan gelek kêfxweşin. Ay wiha berdewam kir: “Berê ez li taxek din dixebitim. Niha di rojên destura xwe de dema dim wê taxê esnaf ji min dipirsin dibêjin çima hun paqijiyê nakin. Dibêjin em hînê paqijiya wan bûne. Xwezî jinan li paqijiya şaredariyê binihêrta. Ji ber ku destê jinan li ku bikeve, wê derê paqij dibe.
Koçerê Ete jî da zanîn ku ew ji karê xwe gelek hez dike û got piştgiriya herî mezin ji esnafên ku demekê bertekên tund nîşan didan, dibînin. Ete diyar kir ku şêniyên taxê paqijiya jinan diecibînin û got: “Berê hinek kesan bertek nîşan dida. Niha pir cudaye. Niha kes bertek nîşan dane. Ji her zehmetiyê li pey xwe dihêlin. Karê me zehmete, lê em li destê kesê dinêrin.