Ji zarokên li Fransayê ji bo Rojava piştgiriya perwerdehiyê

Li Evry a herêma Parîs a paytexta Fransayê, komek zarok ji bo piştgiriyê bidin zarokên malbatên şehîdên Rojava, alavên qirtasiyeyê kom kirin.

Meclîsa Jinan a Çîçek Botan û Koma Zarokan, ji bo piştgiriyê bide perwerdehiya zarokên Rojava, alavên qirtasiyeyê kom kirin.

Zarokan hezkirina xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bo xwedîderketina li zarokên malbatên şehîdan wê alavên qirtasiyeyê bişînin.

Yek ji zarokan bi Fransî got, "Em van hemûyan ji bajarê Evry ê Fransayê ji zarokên malbatên şehîdan re dişînin."

Keçeke din jî bi Kurdî got, “Em van alavan ji zarokên şehîdan re dişînin.”

Alîkarî li Navenda Çanda Kurd a Evryê hatin komkirin. Jina ku beşdarî xebatên alîkariyê bû got, “Li Fransayê di bin bana Meclîsa Jinan a Çîçek Botan de, wekî dayîk tevî zarokên xwe me ji bo zarokên şehîdên Rojava amadekarî kir. Em hêvî dikin ku ev alav bê pirsgirêk bigihêjin ber destên wan.”