Ji Xwendekarên Kurd piştgirî ji bo Ayten Kaplan

Ji Xwendekarên Kurd piştgirî ji bo Ayten Kaplan

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) piştgiriya xwe ya ji hilbijartinên Elmanya Federal yên ku di 22’ê Îlonê de çêdibe ji bo siyasetmedara kurd Aytan Kaplan ragihandin û bangewaziya dengdana Kurdistanî û derdorên demokratîk ji bo Kaplan kirin.

Namzeta Partiya Çep a Parlamenta Federal siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan ji sazî û rêxistinên Kurdan piştgiriyeke mezin dibîne.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK’ê) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Kaplan ragihandin û bang li xwendekarên Kurd kir ku bi dengê xwe piştgiriyê bidin Kaplan.
 
YXK’ê bal kişandin ser giringiya dengdana Kurdistanî û penaberên ji Tirkiyê li Elmanya ya ji bo parlementoyê û wiha got: “ Dema ku em li civaka xwe ya di salên 1950’an de ji Kurdistanê û Tirkiyê ji ber sedemên cuda neçar mane penaber bûne Elmanya temaşe bikin, niha jî dikarin tevlî hilbijartinên Elmanya bibin û di siyaseta Elmanya de hêzekî xwe ya civakî bînin ziman. Bi taybetî jî li Elmanya penaber-Entegrasyon, ekonomî, perwerde, jin û ciwan, karên ji derve, mijarên di warê polîtikaya navneteweyî ya Elmanya ya li ser Tirkiye û Kurdistanê de, cihgirtina me penaberan ya di parlementoya federal de gelekî girîng e.”

‘AYTEN KAPLAN WÊ BIBE DENGÊ ME’

YXK’ê diyar kir ku bi taybet pirsgirêkên penaberan ên di warê perwerde, nasname, aborî, sosyal û çandê de dijîn de, di pêvajoyeke ku dijminahiya biyaniyan derdikeve pêş de, beşdariya li hilbijartinan û afirandina atmosfereke demokratîk, gelekî girîng e.

YXK’ê di dawiyê de bal kişande ser siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan ku ji Partiya Çep namzete, bangewaziya dengdana ji bo Kaplan hat kirin û ciwanên ji Kurdistanê li gel derdorên demokratîk, ew bawer dikin ku Kaplan wê bibe dengê penaberên kurd û derdorên din yên di parlementoyê de.