Ji Walî îtîrafa 'me şer winda kir'

Ji Walî îtîrafa 'me şer winda kir'

Gêrîlayên HPG’ê piştî Şemzînanê, Elkê jî xiste bin kontrola xwe, rayedarên dewletî jî dest bi îtîrafa me şer winda kir. Di derbarê çalakiya Elkê de Waliyê Amasyayê Abdîl Celîl Oz axivî û got; “dema me ev memleket qezenc kir me gelek şehîd dan, teqez dema em winda bikin jî dê şehîdan bidin.”

Waliyê Amasyayê Abdîl Celîl Oz, di torena radestkirina kilîlên makîneyên kar yên ji bo Îdareya Taybet ya Bajar hatîn kirin de, behsa windahiyên leşkeran yên Elkê kir. Walî Oz got; “ Dema me memleket qezenckir me gelek şehîd dan. Dema ku em winda bikin jî dê gelek şehîdan bidin.”

Hate hînbûn ku Oz berê li Qilabanê erkdar bûye, piştî axaftina xwe bigotina “ev mijarên wisan yê netewî mirov hinekê hestiyar dikin, ji devê min derket” hewilda gotinên xwe paşve bikêşe.