Seroka TUSÎAD’ê Umît Boyne, berktek nîşanî veşartina bûyera Roboskê û Afyonê da û hikûmet bi zimanekî tund rexne kir. Boyner bang li hikûmetê kir û wiha got: “Ji civakê bêdengiyeke weke dema derbeyê nexwazin.”
Seroka TUSÎAD’ê Umît Boyner di civîna Konseya Îstîşare ya Bilind a TUSÎAD’ê de axivî. Boyner di axaftina xwe de di mijara pirsgirêka kurd, pevçûnên ku her diçe zêde dibe û polîtîkaya derveya hikûmetê de hikûmet bi tundî rexne kir.
Boyner destnîşan kir ku ev mehên havînê pir bi dijwar derbas bûne û destnîşan kir ku welat tu carî evqas berbir hwiareke pevçûnê ve neçûye.
Boyner wiha pê de çû: “Li welatê me emirdayîn dîsa ketine bin destê feraseta îdareyê. Ev me ditirsîne. Bila buyerên Roboskê û Afyonê aşkera bikin. bila ne li bendê bin ku civak wekî dema derbeyê bê deng bimîne.“