Ji Tûnç daxuyaniya li ser daxwaza 'Qanûna Înfazê' ya MHP'ê: Di rojeva me de nîne

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç têkildarî daxwaza guhertina "Qanûna Înfazê" ku MHP'ê xist rojevê, diyar kir ku di rojeva wan de nîne.

QANÛNA ÎNFAZÊ

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç beriya civîna heftane ya koma AKP’ê axivî û ji bo daxwaza guhertina “Qanûna înfazê” ya MHP’ê ev tişt anî ziman: “Mijareke weke verastkirina qanûna înfazê yan jî efûyê di rojeva me de nîne. Paketa 12’an a Darazê ne têkildarî înfazê lê ji bo sepanên darazê çalaktir bixebitin dê were kirin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz duh gotibû: “Di esasê xwe de me sererastkirineke înfazê kir. 50 hezar kes derdikevin. 50-60 hezarên din jî dê derkevin. Tişta ez li vir behsa wê dikim Qanûna Înfazê ye. Heke em Qanûna Înfazê derxînin, dê di nava verastkirina înfazê de be. Em ê yasayeke li gorî destûra bingehîn derxînin û dê bi wan re lihev bikin. Tekane tişta di înfazê de em lihev nakin, ew in. Em ê wan jî biaxivin. Rewşekî ku em bibêjin dê nîvî bikin tune ye.”