Ji Swêdê ji bo rawestandina şer banga diyalogê

Ji Swêdê ji bo rawestandina şer banga diyalogê

Li gelek welatên cîhanê ev 15 sal in 21’ê Îlonê weke “Roja Aşitiya Cîhanê” tê pîrozkirin. Li Swêdê tevî Komeleya Aşitiyê ya Swêdê, bi beşdariya nêzî 300 rêxistinên aşitiyê, di 21’ê Îlonê de bang li hemû dewletênşer dikin hate kirin ku di 24 saetan de agirbest rabigîhin.

Komeleya Aşitiyê ya Swêdê ku di sala 1883 de hate damezrandin û saziya herî kevin a cîhanê ye, di 21’ê Îlonê de li ber Avahiya Çandê gelek çalakî li dar xist. Di panel û konferansên pêk hatin de firotina çekan ji aliyê Swêdê ve hate gotûbêjkirin. Filmên derbarê çekdarî û şer, Iraq û Efxanîstanê de hatin nîşandan û gotûbêj li ser hatin kirin.

Di konferansê de xebatên tevgera aşitiyê ya Swêdê jî hate gotûbêjkirin û tevî rêxistinên aşitiyê, nunerên partiyên siyasî û baskên ciwanan ên partiyên Swêdê jî beşdar bû nêrînên partiyên xwe parve kirin.

JI BO OZZ NÛJEN XELAT

Her sê salan carekê xelata aşitiyê didin kesek an jî saziyek ku li hemberî şer û çekan têdikoşe. Ji ber xebatên wî yên li hemberî şer û çekan xelata Aşitiyê dan Komedyenê Kurd ê bi navê Ozz Nûjen. Xelat ji aliyê Seroka Komeleya Aşitiyê Anna Ek ve hate dayîn. Nûjen di merasimê de axivî û nerazîbûnek tund nîşanî hukûmeta Swêdê ya ku çekan difiroşe rejîmên dîktator. Nûjen bal kişand ser şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kir ku êrîş, zext û komkujiyên li hemberî gelê Kurd didomin. Nûjen diyar kir ku zêdetirê 100 rojnamevan hatine girtin û aşkere kir ku evane ji ber ku mafên gelê Kurd parastine hatine girtin.

Piştî merasima xelatê, me derbarê şerê li Kurdistanê de ji Ozz Nûjen, Seroka Komeleya Aşitiyê Anna Ek, nunerên Partiya Gel û Partiya Sosyal-Demokrat a Karkeran pirs pirsî

ERDOGAN DI ALIYÊ POLÎTÎK DE MIR

Nûjen diyar kir ku pêşketinên li Kurdistanê erênî ne û got ku ew ji dahatûyê bi hêvî ye. Nûjen got ku Kurd li hemberî qedexekirin, înkar û pêkanînên li hemberî çand û zimanê xwe têdikoşin û bal kişand ser şerê li Kurdistanê. Nûjen diyar kir ku rewş dê xirabtir bibin, lê piştre dê rewşa Kurdan baştir bibe. Nûjen destnîşan kir ku Erdogan di şerê li hemberî Kurdan de bi ser neket û destnîşan kir ku Erdogan bi xwe jî vê yekê qebû kiriye. Nûjen got; “Erdogan êdî di aliyê polîtîk miriye.”

HELWESTA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ KURDAN CIHÊ ŞERMÊ E

Seroka Komeleya Aşitiyê Anna Ek diyar kir ku ew helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna gelê Kurd a ku ji boçand û zimanê xwe, weke skandal û cihê şermê dibînin û destnîşan kir ku ji bo aşitî pêk bê, divê ji bo pêkhatina aşitiyê daxwazên rewa yên gelê Kurd bêne qebûlkirin. Ek da zanîn ku divê dewlet Tirk bi awayeke erênî bersivê bide agirbestên ji aliyê gelê Kurd ve tê kirin û banga muzakereyan kir.

BILA YE Û HUKÛMETA SWÊD BIKEVIN DEWRÊ

Berdevkê Derve yê Federasyona Ciwanên Lîberal Bawer Îsmaîl diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku daxwazên gelê Kurd bi tundiyê bibersivîne û got ku ev yek şerê li herêmê heye dijwartir dike. Îsmaîl destnîşan kir ku tu niyetên qebûlkirina daxwazên Kurdan ên dewleta Tirk tune ne û got ku divê ji bo pêkhatina aştiyê divê hukûmeta Swêd û Yekitiya Ewropa (YE) bikevin dewrê.