Saziyên zimanê kurdî û KCD'ê mafê zimanê kurdî û perwerdehiya zimanê zikmakî daxuyanî da. Li ser navê komê Serokê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî Hayrettin Altun daxuyanî xwend û dibistanên dewleta Tirk weke navenda bingehîn a pişaftina zarokên Kurd bi nav kir û ev bang kir; “em bang dikin ku, gelê me li hember vê pişaftina ku bi rêbazeke faşîzane tê birêvebirin helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û van pêkanînên qirêj û dibistanan red bike."
Saziyên KURDÎDER, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Akademiya Ziman ya Ehmedê Xanî, Navenda Çanda Cegerxwîn, Akademiya Aram Tîgran û Komeleya Nivîskarên Kurd ên di bin baneyê KCD û TZP kurdî de xabatê dikin li ser mafê perwerdehiya zimanê kurdî li avahiya Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî ya li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê sazî û komeleyên ziman Serokê Akademiya Ehmedê Xanî Hayrettîn Altun daxuyanî da.
ANATOLYA BÛ GORISTANA GELAN
Altun got; “Ji destpêka avabûna komarê û vir ve, di vî welatî de pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka nepajirandina gel û neteweyên cihê û çand û zimanên wan e. Ev polîtîkaya netewperest û faşîzane ya îttîhat terakî bû sedema polîtîkayên tunekirinê yên bi dehan gel û neteweyan. Li ser gel û neteweyan polîtîkayên hovane yên asîmîlasyon û tunekirinê hatin meşandin. Bi dehan gelên hindikahî ji ziman, çand û nasnameyên xwe hatin dûrxistin. Îmha, înkar, qirkirin, koçberkirin û tunekirin bûn polîtîkayên bingehîn ên vê komarê. Anatolya bû goristana gelan.”
Altun destnîşna kir ku ji van gelan yê ku ev not(90) salin, li hember polîtîkaya faşîzane ya pişaftinê ku sûcê mirovahiyêye li ber xwe dide, gelê kurd e û wiha berdewam kir; “Berxwedana gelê kurd bi bedêlên gelekî giran gihişt asteke wisan ku, di Rojhilata Navîn de rê li ber gelek guherînên civakî vekir. Guherînên ku îro li Rojhilata Navîn bi navê bihara Ereban tê binavkirin, di rastiya xwe de bihara gelan e û çavkanîya vê rastiyê jî, têkoşîna rêbertî û tevgera azadiya gelê kurd e. Gelê kurd bi zanîn, feraset û paradîgmaya rêbertiya xwe ya nuh ev pêvajo, beriya ku biqewime dît û eşkere kir. Dîsa berxwedan û paradîgmaya nuh a gelê kurd li hemû perçeyên welat û cîhanê bû hêvîya têkoşîn, xwenasîn û bixwebaweriyê. Divê têkoşîn û berxwedana gelê me jî li gor rihê vê pêvajoyê û demê be.”
Hayrettîn Altun bal kişand ku tê zanîn ku çand û ziman, nasnameya gel û neteweyan e û diyar kir ku tunekirina ziman û çand, di heman demê de tunekirina neteweyan e. Altûn wiha pê de çû; “Dîsa tê zanîn ku ji destpêka komarê û vir ve, armanca vê pergalê bi hemû cureyên asîmîlasyonê tunekirina çand û ziman, ango tunekirina gelê kurd e. Divê li hember vê feraset û armanca qirêj a pergalê her kurd berpirsiyariya xwe bi bîr bîne û li gor vê tevbigere. Pevajoya îroyin vê berpirsiyariyê li ser hemû kurdan ferz dike.”
PIRSGIRÊKA BINGEHÎN A ROJHILATA NAVÎN E
Altun got; “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka Rojhelata Navîn a herî bingehîn e. Bi sedan salan e didome û bûye sedema gelek qewimînên hovane. Bi taybetî sih salê dawî yê Komara Tirkiyeyê bi vê pirsgirêkê derbas bûye û dibe. Em wekî KCD û TZP-Kurdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wekî ku li hemû cîhanê rêbaza bingehîn e, divê bi muxataban re were rûniştin û muzakerekirin. Muxatab jî bi salane ku ji hêla gelê kurd ve bi şêweyên cûr bi cûr hatine destnîşankirin û aşkerekirin.”
JI BO GELÊN ANATLOYAYÊ BANGEWAZÎ
Serokê Akademiya Ehmedê Xanî Hayrettîn Altun diyar kir ; “ Mafê bikaranîna zimên mafê herî xwezayî û rewa yê kes û neteweyan e. Ev maf ne di bin berpirsiyariya dewletan de, di bin berpirsiyariya gelan de ye. Heke dewlet destdirêjîya vî mafî bike, divê li hember dewletê bertekên werin nîşandan û tekoşîna herî dijwar a şoreşgerî were destpêkirin. Em wekî KCD û TZP-Kurdî li hemû gelên Anatolyayê (ermenî,asûrî,laz,çerkez û yên din) bang dikin ku bi şêwazeke şoreşgerî li vî mafê xwe xwedî derbikevin. Bêdengî û bêhelwestmayina li hember van pêkanînan, hevkarî û piştgiriya van pekanînan e.”
ARMANCA PERGALA 4+4+4
Altûn got; “Herî dawî partîya AKP yê di warê pişaftina gelan de gaveke nuh avêt û di pergala perwerdehiyê de guherînên bingehîn dan destpêkirin” û wiha axivî; “Armanca pergala 4 û 4 û 4 di bingeha xwe de, di temenê biçûktirîn de bikaranîna asîmîlasyonê ye û ji bo gelê kurd û kêmahiyên din e. AKP bi feraseta xwe ya qirêj dixwaze ku, di pênc saliya wan de zarokên kurdan di aşên pişaftinê re, derbas bike. Dîsa ji bo zimanê kurdî rêbaza dersên hilbijarî şêwaza herî qirêj ya heqretê ye.Divê gelê kurd li hember vê heqaretê, helwesta xwe ya şoreşgerî ku îro di asta herî bilid de tê pêkanîn nîşan bide.”
NAVENDA PIŞAFTINÊ DIBISTAN IN
Di daxuyaniya li ser navê saziyên zimanê Kurdî de hat gotin; “Di Kurdistanê de navendên pişaftinê yên bingehîn dibistan in. Bi sedan salane ku di van navendan de bi rêya perwerdehiyê, gelê kurd û hindikahiyên din tên pişaftin. Dem hatiye ku divê her kesek li ser rastiya van navendan biponije û li rastiya xwe vegere. Divê hemû mamoste û perwerdekarên ku di van navendan de peywirdarin, bi şêwazeke baldartirîn bifikirin ku çi dikin û çawan bûne amûrê pişaftinê.
Di van rojên ku em têde ne, serdema vebûna dibistanan e. Pergal, bi hemû hêza xwe amedekariyên serdemê dike. Di van amedekariyan de, dê para zarokên kurd û kêmahiyên din, pişaftin be. Dê zarokên gelê kurd careke din ji ziman, nasname û kesayetiya xwe werin dûrxistin. Ev helwest û pêkanîn, li gor peymanên navneteweyî sûcên mirovahiyê ne. Divê tu kesekî nebe hevkarê vî sûcî. Divê gelê kurd êdî li rastiya xwe vegere û vê pergalê red bike.
Em wekî KCD û TZP-Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeyîya bi zimanê dayikê, di çareserkirina pirsgirêka kurd de tişta herî jêneger dibînin û bêyî vê tu helwestê napejirînin. Dîsa em bang dikin ku, gelê me li hember vê pişaftina ku bi rêbazeke faşîzane tê birêvebirin helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û van pêkanînên qirêj û dibistanan red bike.