Meclîsa Jinan a BDP'ê diyar kir ku Rojnameya Sabahê li dijî wan nûçeyên reşkirinê çêkirine û xwest raya giştî ji nûçeyên rojnameya Sabahê bawer neke û rastiya nûçeyan tune.
Meclîsa Jinan a BDP'ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Rojnameya Sabahê li dijî wan û BDP'ê kampanya reşkirinê daye destpêkirin û nûçeyên reşkirinê çêkirine. Meclîsa Jinan a BDP'ê xwest raya giştî ji nûçeyên rojnameya Sabahê bawer neke û rastiya nûçeyan tune.
Meclîsê di daxuyaniyê de wiha got: "Rojnameya Sabahê, bi nûçeyên li dijî rastiyê propaganda reş û şerê derûnî û taybet dimeşîne. Wekî navenda şerê taybet dixebite. Rojnameya Sabah her serê sibehê bi nûçeyên derew derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Niha jî BDP kiriye hedefa xwe. Der barê meclîsa me û BDP'ê de kampanya reşkirin û antî propagandayê daye destpêkirin. Rojnameyê di hêjmara îro de jî bi sernavê ‘BDP'ê nivîskarê xwe yê lêdanvan xist bin parastinê" derket pêşberî xwendekarê xwe û îdîa kir ku BDP'ê nivîskarê ku li hevserê xwe xistiye bin parastinê. Di nûçeyê te ji serî heta binî her tişt derew e. Li dijî BDP’ê propagandaya reş û şerê taybet hatiye destpêkirin. Di nûçeyê de daweta kesê bi navê Hayrî Tunç pirsgirêka malbata wî kiriye mijar. Rojname îdîa dike ku jina bi navê Y.G ku bi kesê behsa wî tê kirin re zewiciye û pişt re rastî lêdanê hatiye. Lê BDP'ê ew zilam xistiye bin parastinê û ser wî digire."
Meclîsê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku tu eleqeya BDP'ê bi bûyerê tune û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Birêz Parlementera me ya Stenbolê Sebahat Tuncel, ji ber kurê rêveberê BDP'a Bajar e li Uymranyeya a Stenbolê tevlî dawetê bûye. Ji ber malbatê dinaze li wir amade bûye. Lê wekî din tu eleqeya wan bi hev tune. Li dijî parlementerên me şerê taybet û reşkirinê dimeşînin. Di nûçeyê de navê Şaredarê Bajarê Mesin ê Amedê Birêz Osman Baydemir û rêveberên BDP'ê yen bajar jî derbas dibin. Lê tu rastiya van kesan bi bûyerê re tune û nûçe ji binî ve şaş e. Em ji cemaweriya demokratîk dixwazin ku ji van nûçeyên şerê taybet li ser partiya me dimeşîne bawer neke.