Ji rojnamevan Orûç re 22 sal cezayê girtîgehê hate xwestin
Di îddînameya ji bo rojnamevanê dîlgirtî Mehmet Şah Orûç de, ji bo 35 nûçeyan 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate xwestin.
Di îddînameya ji bo rojnamevanê dîlgirtî Mehmet Şah Orûç de, ji bo 35 nûçeyan 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 27’ê Nîsanê de îddîanameya derbarê rojnamevan Mehmet Şah Orûç hate amadekirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4’emîn biryara ‘bêrayetiyê’ da û îddîname şand ji Bedlîsê ya ku Orûç lê dijî.
Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ya 2’emîn îddîanameya bi îddîaya ‘endamê rêxistinê’ qebûl kir û wê ji bo rûniştina pêşîn dîrokê eşkere bike.