Daraza Tirk a ku bi sedemên pûç û vala Kurdan diavêje girtîgehê, vê carê jî dest bi sosreteke din kir. Kurdê bi navê Mehmet Tahir Îlhan ê kerr û lal, bi hinceta di xwepêşandanek li Mêrsînê dirûşimên dilsoziya bi PKK’ê re gotine hat girtin û jêre 25 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di 21’ê nîsana 2011 de, di dema xwepêşandanekê de kesê kerr û lal ê bi navê Mehmet Tahir Îlhan hat girtin. Îlhan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û şandin girtîgehê.
8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bi hinceta “bi navê rêxistinê suc kiriye”, “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Li hemberî polîsan li ber xwe daye” bi daxwaza 25 sal cezayê girtîgehê doz li Îlhan vekir.
Hevsera Îlhan, Necmiye Îlhan a xwedî 6 zarokan nerazîbûnek tund nîşan da û got; “Gava diçû malê, di rê de li rastî xwepêşandanê hatiye. Ez bi zarokên xwe ve perîşan bûm” û xwest hevserê wî serbest bê berdan.
Parêzerê Îlhan Tûgay Bek diyar kir ku miwekîlê wî kerr û lal e û ev sucên diavêjin stûyê wî ji hiş û aqilê mirovan pir dûr e û got ku miwekîlê wê jî zikmakî kerr û lal e, ne dibihîse û ne jî dikare biaxive, dê çawa dirûşiman biqîre û xwest miwekîlê wî serbest bê berdan.