DEKOP-A (Platforma Rêxistinên Girseyên Demokratîk- Ewropa) a ku ji gelek sazî, federasyon û rêxistinên penaberan pêk tê, êrîşa polîsên Alman a ku roja şemiyê li dijî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li Mannheimê pêk hat şermezar kir. Platformê peyama “Ne gelê Kurd, NPD terorîst e” da hukûmeta Merkelê.
Çok sayıdaki göçmen kuruluşu çatısı altında barındıran DEKÖP-A (Demokratik Kitle Örgütleri Platformu-Avrupa), Cumartesi günü 20. Uluslararası Kürt Kültür Festivali'nde yaşanan şiddet olaylarından dolayı Alman polisini kınadı. Platform, göçmen cinayetlerine kapatılmayan faşist Neonazi partisi NPD yerine Kürtleri 'terörist' gören Merkel hükümetini sert şekilde uyardı.
DEKOP-A (Platforma Rêxistinên Girseyên Demokratîk- Ewropa) ya ku ji Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropayê (ADHK) Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon) Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropayê (ATÎK) û Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) pêk tê, der barê êrîşa ku polîsên Alman di 8’ê Îlonê de li dijî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li Mannheimê pêk anî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîşa provakatîf a polîsên Alman di encama poltîkayên înkarker ên dewleta Alman li hemberî gelê Kurd dimeşîne de pêk hatiye û êrîşê bi tund şermezar kir.
"ALMANYA QANÛNÊN XWE BIN PÊ DIKE"
DEKOP-A’yê da zanîn ku polîsan bi gaza îsotê û copan êrîşê beşdarên mihrîcanê kiriye û got; “Armanca vê êrîşê, ne tenê alek a Kurdan a ku di destê zarokek Kurd ê 12 salî de bûye, armanca vê êrîş bêtehemuliya li hemberî 20’emîn mihrîcana girseyî bi xwe ye. DEKOP-A’yê kampanyaya îmzeyan a “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn” a ku 40 sazî û komele piştgirî didinê, bi bîr xist û ev bang kir:
"Ev êrîşa ku pêk hat û kampanyaya Kurdan ji bo mafên ji penaberên din re tên nasîn, ji wan re jî bên nasîn dane destpêkirin û dê di 15’ê Cotmeha 2012 de li Meclîsa Federal a Almanayaê li ser gotûbêj bê kirin, li rastî hev hatin, mirov ji ber vê yekê şaş namîne.
Kurd weke komek cûda ya penaberan nayên qebûlkirin, ziman, çand, mafê navan, nebûna nunertiyên wan di saziyên cûda de, evane hemû ne li gorî Makeqanûnan Almanan in. “Qedexeya PKK’ê” ya ku ji sala 1993’ê ve tê pêkanîn, mafên gelê Kurd ên rêxistinbûn û polîtîkayê têne sînordarkirin, bi sedhezaran Kurd weke sucdarên potansiyel tên dîtin û li rastî zextan tên, ev yek jî bêtehemuliya dewleta Alman nîşan dide. "
'DIVÊ EW POLÎS BÊN DARIZANDIN'
DEKOP’ê êrîşa polîsên Alman a ku di 8’ê Îlonê de li dijî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li Mannheimê pêk hat jî protesto kir aşkere kir ku ew ê li hemberî her tiştê li aliyê gelê Kurd bin. DEKOP’ê diyar kir ku tu provakasyon nikare bidestxistina mafan a gelê Kurd astenb bikek û ev bang li hukûmeta Merkelê kir:
"Dewleta Alman a ku çeteyên faşîst ên NSU yên di nava salekê de hat piştrastkirin ku penaberan dikuje, diparêze, NPD’ya nijadperest û faşîst a ku her roj suc dike qedexe nake, gelê Kurd ê ku welatê wan Kurdistanê di bûye çar parçe, li Almanyayê dixwazin bi nasname û çanda xwe bijîn û dixwazin gelê li Kurdistanê azad bibe, ji heft heta heftî salî weke terorîst bi nav dike. Qedexeya li ser PKK’ê berhemek ê vê zîhniyetê ye û divê bê rakirin.
Tenê ji ber ku zarokek 12 salî al di destê wî de, provakekirina mihrîcana çandî ya aşitiyane ya ku sedhezar kes beşdar bûn, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Êrîşkirina mihrîcaneke wiha suc e û divê polîsên êrîş kirine, yên fermand dane bêne darizandin."