Serokên Meclîsa Gel a Kurd ên Swîsreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê, civîneke çapemeniyê li dar xistin û ragihandin ku ew ê destekek tam bidin kampanyaya îmzeyan ya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin.
Nunerên meclîsên Kurdan duh saet di 11.00 de li ber avahiya NY’yê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku zêdetirê 3 milyon kesî Ocalan weke vîna xwe ya siyasî dîtiye. Didaxuyaniyê de hat ragihandin ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, zextên psîkolojîk û civakî bi dawî bibin û Rêberê Gelê Kurd azad bibe û rexneyên giran li hukûmeta AKP’ê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên li Swîsreyê dê ji bo kampanyaya îmzeyan ya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin seferber bibin û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku beşdarî kampanyayê bibin.