Ji KOMAW’ê peyama 4’ê Nîsanê
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyanî da û destnîşan kir ku nêzîkatiya li ser esasê aştî û diyalogê, xwedî wateyeke mezin e.
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyanî da û destnîşan kir ku nêzîkatiya li ser esasê aştî û diyalogê, xwedî wateyeke mezin e.
Di daxuyaniya nivîskî ya KOMAW’ê de, hate diyarkirin ku rojbûna Rêber Apo bi hurmeteke mezin û minetdarî tê pîrozkirin.
KOMAW’ê destnîşan kir ku nêzîkatiya Rêber Apo ya li ser esasê aştî, diyalog û xwişk-biratiya gelan di ronahiya geşedanên heyî de hîn girîntgir bûye û diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji bo bidawîbûna êşên gelan û ji bo çareseriyeke mayînde, derfeteke dîrokî ye.
KOMAW’ê ragihand ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê û got, fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviya aştî, azadî û jiyana hevbeş e.