Rêxistina sêwan a rêxistinên ciwanên Kurd Komalên Ciwan dibistanên dewleta Tirk weke “navendên bişaftin û dejerenekirina zarok û ciwanên Kurd bi nav kir û banga boykotkirina dibistanên Tirk li ciwanên Kurd kir. Komalên Ciwan bang li her “dibêjin Kurd im û welatparêz im” kir dibistanên Tirk ê ku dê sibê vebin boykot bikin.
Koordînasyona Komeleyên Ciwan der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku gelê Kurd di demek ku bikarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin de ne. Komelên Ciwan da zanîn ku gelê Kurd di berxwedanek bêhempa ya hebûnê de ye û diyar kir ku ji her kesê zêdetirê gelê Kurd jiyanek azad heq kiriye.
Komelên Ciwan bal kişand ser zilma li hemberî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd a li hemberî vê zilmê û got; “Keleha zilmê diqelişe. Dibe aniha hilweşe” û bal kişand ser “Operasyona Şoreşgerî” ya ji aliyê Têkoşîna Azadiya Kurdistnaê ve hatiye destpêkirin û got; “Li Şemizînan, Çelê, Elkê, kelehyên dijmin tên hilweşandin û Kurdistan ji mêtîngeriyê tê paqijkirin.”
Komelên Ciwan ragihand ku hukûmeta AKP’ê li hemberî tevgera şoreşgerî ya gerîlayên Kurd a ku bi “baweriyê hatiye hûnandin” bê çare maye û diyar kir ku ev yek ji daxuyaniyên dewleta Tirk jî aşkere dibe.
Rêxistina sêwan a saziyên ciwanên Kurdistanê Komalên Ciwan ragihand ku divê ev asta ku tevgera azadiyê ji bo gihiştina serkeftinê bi dest xistiye, tenê bi hemleya gerîlayan re sînordar nemîne û bang li hemû nifşên gelê Kurd kir ku xwe berpirsyar bibînin û berpirsyariyên xwe bînin cih. Komalên Ciwan bi taybet bang li ciwanên Kurd kir ku rol û mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin.
Komalên Ciwan dibistanên dewleta Tirk weke “navendên bişaftin û dejerenekirina zarok û ciwanên Kurd bi nav kir û banga boykotkirina dibistanên Tirk li ciwanên Kurd kir. Komalên Ciwan bang li her “dibêjin Kurd im û welatparêz im” kir dibistanên Tirk ê ku dê sibê vebin boykot bikin.