Ji Koma Krîza Navneteweyî bo PKK û Tirkiyeyê banga agirbestê

Ji Koma Krîza Navneteweyî bo PKK û Tirkiyeyê banga agirbestê

Koma Krîza Navneteweyî (International Crisis Group) ya ku ji bo bidawîkirina pevçûnên li seranserê cîhanê hewl dide, di rapora weşand de banga rawestandina şerê li Kurdistanê kir. Di raporê de ji bo bidawîkirina pevçûnan banga agirbestê li PKK û hukûmeta AKP’ê tê kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê koma navneteweyî ve hate weşandin de ji bo bidawîbûna şerê li Kurdistanê banga rawestandina operasyonan li hukûmeta Tirk tê kirin û ji PKK’ê jî tê xwestin ku çalakiyên xwe rabiwestîne. Di daxuyaniyê de tê gotin ku divê polîsên Tirk li hemberî xwepêşandanên Kurdan tundiyê bi kar neyne.

Saziya ragihand ku ger agirbest neyê ragihandin jî dive Tirkiye di pêngava yekemîn de mafê perwerdehiya zikmakî yê Kurdan binase, benda hilbijartinê dabixe û ji bo xurtkirina rêveberiyên navneteweyî pêngavan biavêje.

Hin daxwazên din ên Koma Krîza Navneteweyî wiha ne:

-Guhertina Qanûna Dijî Terorê û Qanûna Ceza.

- Agahdarkirina raya giştî der barê pêşxistina pirzimaniya di raya giştî de û xurtkirina rêveberiyên herêmî.

- Çalaktirbûna parlementoyê di reformên di makeqanûnê de.

- Aşkerekirina daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, pwererde û gelemperiyê.

- Destjêberdana parastina milîsên çekdar

Kom, her wiha bang li mutefîkên Tirkiyeyê yên Rojava jî dike û ji wan dixwaze ku divê di warê qebûlkirina mafên kêmar, azadiya raman û darizandinên adil de cesaretê bidin hukûmeta Tirk.