Ji KNK’ê peyama pirozbahiya Noelê

Ji KNK’ê peyama pirozbahiya Noelê

Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) cejna Noelê a alema Xiristiyan piroz kirin. KNK’ê got:” "Em hêvîdarin wê cejna Noelê bibe wesîleya aştî, biratî û wekheviyê."

KNK’ê bi boneya cejna Noelê peyamek pîrozbahiyê weşand.

KNK di peyamê de hêvî kir ku cejn bibe wesîleya aştiyê û wiha dom kir: ”Roja bûyîna Îsa Pêxember di cîhana Xiristiyaniyê – Mesîhîyê de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25ê Kanûnê wekî roja bûyîna Îsa Pêxember tê pîrozkirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremon,yên mezin li nav xwe û perêstgehên xwe pîroz dikin.

Li Kurdistanê nufûseke bawermendên Îsa Pêxember û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê da jî hevwelatiyên Îsawî têne temsîl kirin. 

KNK di serî da Noela Îsawiyên Kurdistanê û ya hemû Îsawîyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.”