Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) êrîşa li Helebê li hemberî Kurdan pêk hat şermzar kir û got, “Em weke KNKe bang li tevahiya gelê kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdên li derveyî welat dikin ku li dijî komkujiya Helebê dengê xwe bilind bikin”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê der barê êrîşa hewayî ya ji aliyê rejîma Esad ve li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê ya ku piraniya wan Kurd lê dijîn pêk hat û di encamê de 20 kes jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek nivîskî da û êrîşê bi tundî şeremzar kir.
KNK’ê got; “Hêzên rejîma Baasa Suriye, di demên dawî de li dijî gelê Kurd êrîşên faşîzan li dar dixe, herî dawî jî li Helebê, taxa Şêx Meqsud êrîşek hewayî li dar xistin. Di encamê de, 20 hemwelatiyên me hatin kuştin, 54 kes jî birîndar kirin. Tê zanîn ku berî niha li Qamişlo û hinek herêmên din jî, hêzên rejîme di rengên cûda êrîşkerî li dar xistin.”
KNK’ê êrîşên rejîma Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku di dîroka mirovahiyê de ti “zulumkarî abad nebûye”, zulumkariya rejîma statukoparêz ya Suriye jî abad nabe û wê têk biçe.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em weke KNKê, ji malbatên kesên ku di êrîşa li Helebê de jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji kesên birîndar re jî şîfayê dixwazin.
Lê dive werê zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li dijî xwe jî qebûl nake û ewê heta dawiyê mafên xwe yên xwezayî, di berxwedaneke maşrû de biparêze.”
KNK’ê diyar kir ku divê tevahiya “dagirkerên Kurdistanê” baş zanibin ku gelê Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye û got; “Di her cure şert û mercan de, gelê Kurd wê desteka xwe radestî Kurdên Rojava bikin û destketiyên wan biparêzin.”
KNK’ê ev bang li gelê Kurd kir; “Em weke KNKe bang li tevahiya gelê kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdên li derveyî welat dikin ku li dijî komkujiya Helebê dengê xwe bilind bikin û bidin xuyakirin ku gelê kurd, li Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ne.
Gelê Kurd dibin her cure şertande jî wê projeya xwe ya xwesriyê bikin pratîkê. Gelê Kurd jî xwedî wê hêzê ye ku xwe û nirxên xwe biparêze.”