Di encama binavbûna keştiya penaberan a ku li nêzî bajaroka Ahmetbelyî ya navçeya Menderesa Îzmîrê bin av bû de Kurd jî di têde hebûn, cenazeyên 9 jê zarok 58 kesan hatin derxistin.
Hate ragihandin ku îro saet di 04.00 de keştiya penaberan gihişt Barandayê ya nêzî bajaroka Ahmetbelyî ya navçeya Menderesa Îzmîrê, lê ji ber barê giran li kevirek xist û bin nav bû.
Piştî agahiyên ji penaberên hatin rizgarkirin dan, xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin. Hate zanîn ku der barê hejmarên kesên di keştiyê de her yek ji penaberên di keştiyê de agahiyeke cûda didin. Kaptanê keştiyê der barê cihê û dê keştî biçûya de tu agahî neda.
Li gorî bîlançoya dawiyê, di endamê de 2 jê şîrmij (bebek) 9 zarok û bi giştî 58 kes jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan hatine derxistin. Tevî alîker û kaptanê keştiyê 45 kes hatine rizgarkirin.
DI NAV DE KURD JÎ HENE
Hate ragihandin ku di keştiyê de kurdên ji Rojavayê Kurdistanê jî hene û 14 ji wan ji bajarê Hesekê ne. Tê gotin ku di nava wan de jin û zarok jî hene. Ji welatiyên kurd ên ku navên wan hatin hînbûn ev in: Ferhat Emer, Şivan Eemer, Lava Emer, Saliha Ebdo Selmo, Ehlem Yunus, Ýbrahim Yunus, Cîhan Yehya Yunus û zarokên wê Mehemet, Murat û Cumana, Şiyar Emer, Cumana Yunus û hevserê wê Amir û derguşa wê ya du mehî.
Hate hîn bûn ku ev kesên hanê beriya niha jî 2 caran hewl dane ku derkevin derveyî welat, lê ji ber ku keştiyên wan xirab bibûn dîsa vegeriya bû.
Piştî vê dramê, yekîneyên cendirmeyan bi hinceta organîzatoriyê du welatiyên Tirkiyeyê yên bi navê Bûrhan Yilmaz û kesê ku navê wî nehat aşkerekirin binçav kirin. Hate diyarkirin ku organîzatoran ji navçeya Kûşada ya Aydinê keştî ji masîvanan kirê girtin û anîn Ahmetbeylîyê. Ji bo diyarkirina bazirganên penaberan û otelên ku lê dibîmin, lêpirsîn hate destpêkirin.